Menekşe Kizildere: Bingeha qeyranên avhewayê helwesta mirovan e

  • 09:05 6 Nîsan 2021
  • Ekolojî
Sema Çaglak
 
AMED -  Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê HDP Menekşe Kizildere destnîşan kir ku rewşa Tirkiyeyê ji bo qeyrana avhewayê gelek bi xeternak e û got "Divê li dijî gefên qeyrana avhewayê têkoşînek bêhempa bê dayîn. 
 
Li cîhanê her ku diçe qeyrana avhewayê kûr dibe. Li gorî daxuyanî û raporên pisporan, metirsiya xelayê ji bo cîhanê heye. Tirkiye jî di nav de 175 welatan di 22’yê nîsana 2016’an de li New Yorkê merasîma îmzeyan a Asta Bilind li dar dixistin û Peymana Parisê îmze kirin. Welatên ku ev peyman îmze kirin, ferz kirin ku vê peymanê li meclisê derbas bikin. Lê Tirkiye ev şert pêk neanî û ev biryar li meclisê derbas nekir. Piştî sala 2020’an li Tirkiye û cîhanê xetereya avhewayê her ku diçe mezin dibe. 
 
Ekolojîst diparêzin ku ev peyman ji bo çareseriyê nabe bersiv. Her wiha têkîldarî mijarê Netewên Yekbûyî raporan diweşînin û bale dikşînin li ser qeyrana xelayê û koçberiya bi zorê. Tevî van yekan xebatên koma pisporan a Panêla Guherîna Avûhewayê a Navhikûmetî (IPCC) ya bi ser Neteweyên Yekbûyî (NY) nîşan didin ku germbûna global demeke pir nêz wê derbeke giran li Efrîkayê bide.
 
Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Menekşe Kizildere, têkîldarî mijarê nerînên xwe ji ajansa me re parve kirin û diyar kir ku divê li dijî gefên qeyrana avhewayê têkoşînek bêhempa bê meşandin.
 
‘Bingeha qeyranên avhewayê helwesta mirovan e’
 
Menekşe destnîşan kir ku raporên li ser qeyrana avhewayê tê weşandin li ser jiyana mirov û ekosîstemê rolekê girîng digire û got: “Di bin çarçoveya Peymana Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (BMIDÇS) gelek pispor û rewşenbîr raporan diweşînin. Di nav wan de raporek berfrehî ku li ser qeyrana avhewayê ye di navbera çend salan de tê weşandin rapora sentezê ye. Herî dawî rapora pêncemîn hatibû weşandin. Li ser van gelek nîqaş tên kirin û êdî tê zanîn ku bingeha wan qeyranan mirov in. Her wiha NY li ser wan raporan bi taybet di hêla binpêkirina mafên de dest digire. Ango ne tenê li ser vê çarçoveya wan raporan de rêbazên têkoşînê de tê sekinandin. Raporên ku li ser mijarên xizanî, qeyrana civak û xwezayê ne tê sekinandin û tên weşandin.”
 
'Li tevahiya cîhanê qeyranek mezin heye' 
 
Menekşe bal kişand li ser helwesta NY ya li hemberê van raporan û diyar kir ku NY ji ber sekna xwe ya polîtîk nikare li ser van mijaran guhertinek pêk bîne û wiha axivî: “Raporên berfirehî ne lê sekna polîtîkbûna Netewên Yekbûyî pirsgirêk derdixe. Li ser mijara avhewayê gelek tiştên baş tê vegotin lê mixabin di pratîkê de em nikarin zêde tişt bibînin. Pêwîst e ku NY di sekna xwe ya polîtîkê de bê alî be. Bêguman mirov ji wan hemûyan bibandor dibe. Qeyranên ku niha em têde ne. Ango em niha ji gelek cûreyên qeyranan re derbas dibin bingeha wan qeyranan jî newêkhevî û bidestxistina rantê ye.  Kûrbûna di navbera yên xizan û yên dewlemend her çiqas mezin dibe ewqas jî edaleta li ser civakê zirar digire. Li seranserê cîhanê jixwe qeyranek mezin heye û em jî niha di pêlên vê qeyranê de dijîn.”
 
‘Li Tirkiyeyê derbarê avhewayê de polîtîka tuneye' 
 
Menekşeyê di heman demê de li ser polîtîkayên Tirkiyê ya ji bo avhewayê sekini û wiha bilêv kir: “Em hertim dibêjin li Tirkiyeyê polîtîkayek ji bo avhewayê nîne. Dewletên ku ji bo qeyrana avhewayê nîqaşan dikin Tirkiyê tenê xwestiye di nava wan de ji xwe re cihekî bîbîne. Ango berpirsyariyek nagire. Niha Tirkiyê Peymana Parîsê ku îmze kir û pêk neanî ji bo wê hincetan digere. Polîtîkayên xwe tenê ji bo bidestxistina rant û parastina sermayeye bikar tîne. Lê êdî cîhan diguhere û enerjiya ku ji komirê tê bidest xistin êdî pir biha ye. Gelek dewlet ji bo qeyranan avhewayê di nav hewildanek de nin û li ser Pergala Keskê disekinin. Lê belê Tirkiyê ji wan hemûyan jî nake. Ji komirê enerjiyek bidest dixe lê şûna wê alternatîfek jî pêk nayîne. Ji ber ku siyasetek navendparêz birêve dibe. Tenê ji bo hin qismên xwe polîtîkayek siyasî pêk tîne. Ango civak nayê fikirandin. Lewra li Tirkiyeyê ji bo ekolojî û avhewayê polîtîkayên demdirêj nayê kirin.”
 
‘Zagona avhewayê ji bo parastina sermayedara ne' 
 
Menekşeyê anî ziman ku heke pêşiya vê qeyranê neyê girtin ew ê gelek pirsgirêk rû bidin û wiha axivî: “Her wiha Tirkiyeyê herî dawî komîsyonek ji bo zagona avhewayê hat avakirin. Lê ev zagon girêdayî zagonên navneteweyî nîne. Çawa ku ji peymana Stenbolê derketin, li vir jî dixwazin zagonên ku girêdayî navneteweyî nîne ava bikin. Hem pergala xwe ya sermayeye diparêzin hem jî berdewamiya polîtîkayên xwe yên navendparêz dikin.”
 
‘Li dijî gefên qeyrana avhewayê divê têkoşîna bê dayîn' 
 
Menekşeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heke rê û rêbazên polîtîkayên avhewayê neguhere dê kêmaniya berheman pêk were û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mixabin gelek pirsgirêk li pêşiya me ye. Xwarin, cotkarî, xizanî û xeleyî li pêşiya me ye. Jixwe ji ber pandemiyê qeyranên heyî her ku diçe kûrtir dibe û êdî hin pirsgirêk mayînde bûn. Di demsalan de guhertin pêk hatiye. Guhertina demsalan sekinandina hilbêrînê ye. Lewra di vê mijarê de divê rê û rêbazên din bê kirin lê ji bo wan çareseriyek jî nayê kirin. Polîtîkayên Tirkiyeyê ya ji bo avhewayê dişibe polîtîkayên salên 80’î. Ew çaxê jî gelek xirab bû. Qeyranek din jî av e û ziwabûn e. Projeyên bendavan ji bo wê ne çareseriyên mayînde nînin. Polîtîka wek di çarçoveya kedxwariyê de tê bireve birin. Lewra divê li dijî van gefan têkoşînek bêhempa bê dayîn."