Bi destên cerdevanan li Bestayê bi deh hezaran dar hatin birîn

  • 11:14 16 Adar 2021
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Bi destên cerdevanan li herêma Bestayê ya Şirnexê bi deh hezaran dar hatin birîn
 
Li herêma Bestayê ku dikeve navbera bajarokê Gundikêmelê ya navenda Şirnexê û bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilabanê, cerdevanan bi deh hezaran dar birîn.  Hat angaştkirin ku cerdevan bi fermana Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Şirnexê van daran dibirin. Tê gotin ku birîna daran di 5 rojên dawîn de zede bûne û li gundên Rîsor, Şerevan, Cemîller, Xirbekbesta, Toşemî û Deloşerê yên navçeya Qilebanê hê jî birîna daran didome. 
 
Nehat hînbûn ku darên tên birîn dibin ku derê.