Newala Nerdûşê komir diherike: Vê pirsgirêkê çareser bikin

  • 09:06 7 Çile 2021
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Li qûntara Çiyayê Cudiyê ava qirêj a kanên komirê, tevlî Newala Nerdûşê dibe û avê qirêj dike. Gundiyên gundê Avgamasiya bertek nîşanê rewşê dan û anîn ziman ku ji ber newala Nerdûşê qirêj diherike nikarin karê ajalvaniyê bikin û banga çareseriyê kirin.  
 
Êrîşîş û talankirina xwezaya Kurdistanê her ku diçe zêde dibe, li herêma Botanê jî talankirina xwezayê bê navber berdewam dike. Li herêma Botanê di çar mehên havînê de daristan hatin şewitandin û dar hatin birîn. Herî dawî jî bajarokê Sêgirikê yê QIebana Şirnexê bi  500 pezkoviyên ku ji aliyê cerdevanan ve di navbera mehên Mijdar û Kanûnê de hatibûn qetilkirin kestibû rojevê.
 
Li heremê niha jî li qûntarê Çiyayê Cudiyê ava qirêj a kanên komirê ku hatine êkirin, tevlî Newala Nerdûşê dibe û avê qirêj dike. Ev ava ku ji Newala Nerdûşê diherike tevlî Çemê Dîcleyê dibe. Ava ku ji kanên komirê dertê dibe sedem ku newal wek komirê biherike. Ji ber newal komir diherike gundî bi bertekin û mexdûr dibin. Her wiha gundiyên gundê Avgamasiya yê girêdayî Şirnexê, anîn ziman ku ji ber newala Nerdûşê qirêj diherike nikarin karê ajalvaniyê bikin û zeviyên xwe av bidin. 
 
‘Baxceyên me zûha dibin’
 
Ji şêniyên gund Taybet Gûngen, ji ber Newala Nerdûşê komir diherike bi gazinc e û got ji newalê ji bo ajal û xwe avê bi kar tînin. Taybet wiha domand: “Me ava Newala Nerdûşê carna ji bo vexwarinê jî dihanî. Ev av ji Çiyayê Cûdiyê diherike. Ava qirêj ya ocaxên komirê tevlî vê avê dibe. Hemû fêkî û darên me yên zebze riziyan. Zebze û fêkiyên em diçinin hemû dirizin. Em nikarin wan bi kar bînin. Ji aliyekî ve ava qirêj diherike û ji aliyekî dinê ve jî toza komirê heye. Em naxwazin ku ava qirêj ya ocaxên komirê tevlî vê avê bibe. Divê kesên rayedar ji vê pirsgirêkê re çareseriyekê bibînin. Me carna vê avê ji bo xwarinê jî bi kar dianî. Hemû baxce û zeviyên me ji ber vê ava qirêj zûha man. Em nikarin bi vê avê firaqên xwe jî bişon. Ev av ji nav Çiyayê Cûdiyê diherike û tê.  Lê belê ji ber kanên komirê ku di nav newalê de em nikarin bi kar bînin.  Komirê jiyana me zehmetir kiriye.”
 
‘Newal komir diherike’
 
Taybet, berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew dixwazin kanên komirê bên îptalkirin û wiha pêlda axaftina xwe: “Li herema me bi avakirina kanên komirê re xwezaya me hat tunekirin. Em naxwazin li heremê fabrîkayên ku qirêjiyê belav dikin û kanên komirê jî bila bên betalkirin.  Em naxwazin xwezaya me bê qirêjkirin. Em nikarin ajalên xwe bînin li vir av bidin. Ji ber ku gelek qirêj e. Newal komir diherike. Havînê hemû daristanên me hatin şewitandin û darên me hatin birîn. Em debara xwexweza  û daristanan dikin. Lê niha hemû tişt ji destên me tên girtin. Em dixwazin ji vî pirsgirêkê re çareseriyek bê dîtin.” 
 
‘Xwezaya me tê talankirin’
 
Welatiya bi navê Hurî Nas jî da zanîn ku ji ber newal qirêj diherike ew nikarin wê avê bi kar bînin û wiha axivî: “Baxceyên ku li dora newalê ne hemû zûha bûn. Newal ji bo çend xanên komirê tê qirêjkirin. Hemû berhemên me ji ber ava qirêj dirizin. Em neçar dimînin wan bavêjin.  Ev av ji Çiyayê Cudî diherikî û gelek paqij bû. Divê em vê ava paqij biparêzin. Newal komir diherike. Em vê avê ne dikarin vexwin û ne jî bi kar bînin. Me berê ev av bi kar dianî. Lê belê ji ber kanên komirê li quntarê Çiyayê Cûdî hatine vekirin xwezaya me tê tunekirin û ava me komir diherike. Zebze û fêkiyên me nayên xwarin û dirizin. Ji ber av qirêj e dibe sedema nexweşiyan. Em mexdûr in bila pirsgirêka me bê çareserkirin.”