Aktîvîsta ekolojiyê Sultan: Li seranserê cîhanê qeyraneke ekolojîk heye

  • 09:05 26 Kanûn 2020
  • Ekolojî
AMED - Aktîvîsta ekolojiyê Sultan Gulsum got li seranserê cîhanê qeyranek ekolojîk heye û ev tişt anî ziman: “Çawa ku jîngeha zindîwaran tê tunekirin di heman demê de jîngeha mirovatiyê jî tê tunekirin. Divê em ji xwe bipirsin gelo em çiqas amade ne ji ziwayî re, ji bilinbûna asta avê ya berava behrê re?"
 
Li gorî rapora Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji destpêka îqtîdara AKP’ê heya îro li hemberî ekolojiyê polîtîkayên qirkirinê zêdetir bûne. Li herêmê bi hinceta ewlekariyê dar hatin birîn û daristan hatin şewitandin. Her wiha bi taybetî bendav û projeyên santralên Ceyranê yên Hîdroyê (HES) û Santaralên Ceyranê yên Jeotermalê (JES) li Dêrsim, Heskîf û Botanê hatin çêkirin. Dîsa di çarçoveya tûrîzma nêçirvaniyê de faliyetên neçîrvaniyê zêdetir bûn. Têkîldarî van mijaran aktîvîsta ekolojiyê Sultan Gulsum nirxandinên xwe ji me re parve kir.
 
‘Pandemî ji bo sermayederan bû derfet’
 
Sultan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bandora pandemiyê ya li ser xwezayê û wiha got: "Mixabin îsal jî qirkirina xwezayê wek salên din zêdetir bû. Desthiltar zêdetir jî rewşa pandemiyê ji bo xwe wek derfetek dît û di her aliyê de xwezayê texrîp kirin. Pandemî ne surprîzek bû, di sala 2019’an de pisporan ragihandibûn ku heke tahrîbatên daristanan û jîngehên sirûştî berdewam bin dê vîrûsên jî bikevin qadên jiyanê. Her wiha ji ber bilindbûna hîza behrê civatên qeraxan jî di bin xetereyê de bin. Ji ber van sedeman şert û mercên ji bo belavbûna nexweşiyên têger derfetek hebû. Lê belê tevî van yekan mekanîzmayên desthilatdarê çi kirin? Çawa ku curbicuriya biyolojîk di bin gefê de bû îhaleyên nêçirê vekirin, îhaleyên madenan dan destpêkirin. Li ser van bûyeran re 4 meh derbas bû û em ketin meha nîsanê. Bî vî awayî civak li malan hatin sînorkirin. Lê ew rewş li gorî berjewendiyan hat bikaranîn. Şîrket ji bo birîna daran daketin nava daristanan. Di meha gulanê de nêzî 700 îhaleyên madenan hat ragihandin. Dema ku meha hezîran de wan lêkolîn kirin, hat dîtin ku 304 projeyên madenê jî di pêvajoya ÇED’ê de hene. Dîsa me dît ku Tirkiyê di G20’î de li dijî peymana îqlîmê derket. Her wiha ji kesên ekolojîst û derdorparêzên ku 425 roj in nobeta Kazdagiyê kiribûn ceza li wan hat birîn. Ev hemû bûyerên ku min rêz kir giredayiyên hevdû ne. Ji ber ku sedemên bingehîn ên qirkirina xwezayê ne.”
 
'Bi her aliyê ve derdor tê qirêjkirin' 
 
Sultan got li seranserê cîhanê qeyranek ekolojîk heye û sermayedarên ku xwezayê ji bo xwe wek sermaye dihesîbînin hene û ev tişt anî ziman: “Çawa ku jîngeha zindiwaran tê tunekirin di heman demê de jîngeha mirovatiyê jî tê tunekirin. Her wiha rêjeya germahiyê her ku diçe zêde dibe. Bi sala ne ewlehiya xwarinê di bin xetereyê de ye, ligel vê rewşê madeyên kîmyevî xak û ava binê erdê qirêj dike. Her wiha em heman rewşê bi plastîkên ku tên avêtin de jî dibînin. Li Tirkiyê ku sûcên derdorê tê kirin mixabin ne di cihê xwe ya rojevê de ye. Me çend caran destnîşan kir ku divê mijarên santralên enerjiyê, bizavên madenê, qadên çandinî, sanayî, rant û betonkirina derdorê bên nîqaşkirin. Lê belê piştre di meclîsê de li ser bikaranîna qadên daristanî, rêveberkirina beravan û zagonên xwezayê re hûr bûn. Dema ku em bala xwe didin wan ji bo bidestxistina rant û qirkirina ekolojîk ji şîrketan re qelaf tên afirandin.”
 
‘Bi çêkirina bendavan bîra civakî jî di bin avê tên hiştin’
 
Sultan destnîşan kir ku di bingeha qirkirina xwezayê de armanca tunekirina bîra civakî heye û wiha pêde çû: “Gava ku em li golên avê yên ku ber tunebûnê de diçe dinêrin dilê mirovan zîz dibe. Her wiha dema ku bendav tên çêkirin bîra civakî jî di bin avê de tên tunekirin. Mînaka herî berbiçav Heskîf e. Heman tişt niha tê xwestin li Wanê jî bê çêkirin. Tevî van yekan ku xizanî, bêkarî, birçîbûn li ser wan bê zêdekirin dîmenek pir giran derdikeve pêşberê me. Kesên ku parastina xwezayê dikin li ber zêdebûna  texrîbkirina xwezayê têdikoşin jî rastî zext û binçavkirinan tên. Em hemû ji qeyrana avûhewayê bibandor dibin. Lê belê em hemû di wek rêjeyê de jê bandor nabin. Ji ber vê yekê di salên ewilî de me got bi bandora mirovan dê sererast be. Lê niha em bawer nakin ku heta guhertinek pergalî pêk neyê dê rewş sererast nabe. Dîsa jî ew nayê wateya ku bila mirov bi hişmend nebin. Divê em hemû kes bi rastiya qeyrana xwezayê re rûbirû werin. Bi vî awayî sekn û helwestên xwe binêrin û em ê ji xwe bipirsin ku em çawa dikarin pêşiya wan texrîbatan bigirin. Heke em nikaribin bigirin di demek nêz de ew ê encamên derûnî jî bikeve pêşberê me. Di vê hêlê de gelek lêkolînên pisporan hene."
 
‘Em çiqas ji texrîbatên xwezayî re amade ne?’
 
Sultan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke qirkirina xwezayî bi vî awayî berdewam bike cûrbicûriya biyolojîk jî wê kêm bibe. Heke ez ji bo herêmê biaxivim xîza avê wê bilind bibe û li gelek deveran ziwayî pêk were. Bi vî awayî pêkane ku êdî li herêmê gelek cûreyên şînahiyê neyên çandin. Ji ber ku pêkerên klimatolojîk nahêle û bi vî awayî cûreyên biyolojik kêm dibin. Ligel van hemû pirsgirêkan heke siyasetmederan bûdçeyê ji bo rehabilîteyê û ji bo peşîlêgirtina qirkirina xwezayê ciyawazî nekin dê rojên xirabtir li benda me bin.”