‘Baxçeyên Hewselê nayê paqijkirin’

  • 09:10 29 Cotmeh 2020
  • Ekolojî
AMED - Baxçeyên Hewselê ku wek ‘cerga bajêr’ tê binavkirin û di nav Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya ÛNESCO’yê de cih digire, bi şewat, çop, gilêş û birîna daran ve tê texrîp kirin.
 
Baxçeyên Hewsel ên ku xwedî dîrokek 8 hezar salî ye, bi qasî 700 hektar li Geliyê Dîcle ku dikeve başûrê rojhilatê Amedê, hem xwedî cihê hêşînahî, bi dar û çavkaniya jiyanê û hem jî bûye yek ji sembolên Amedê. Baxçeyên Hevselê ku ji hêla dewlemendiya dîrokî, çandî û xwezayî jî ciheke girîng digire, di navbera Sûrên Amedê û Geliyê Dîcleyê de xwedî axekî kêrhatî ye. Piraniya şêniyên Hevselê debara xwe bi çandina sebzeyên dikin.
 
'Cûreyan çivîkan zirar dibînin’
 
Baxçeyên Hevselê ku wek ‘cerga bajêr’ tê binavkirin û di nav Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya ÛNESCO’yê de cih digire, bi şewat, gilêş û jê kirina daran ve tê texrîp kirin. Gelek caran li Hewselê şewat pêk hat û bi wî awayî bi dehan darên spîndar û fêkiyan zirar dît. Her wiha taybetiyeke din a Hewselê heye ku ev jî cihê çivîkan e û nêzî sed cûreyên çivikan li vir hene. Hewsel wekî Bihûşta Civîkan tê zanîn. Lê mixabin bi wan şewat, gilêş û xurdeyan wan çivik jî zîrar dibînin. Baxçeyên hewselê ku der û dora wê tijî çop û gelaş in nayê paqij kirin.
 
‘Ne tê parastin û ne jî tê paqijkirin'
 
Di heman demê de şêniyên hewselê diyar kirin ku ji lûleya kanalizasyona ku li ser hewselê ve derbas dibe jî aciz in. Ew borî bêhnek nexweş dixe nav baxçeyê û avên qirêj diherike nav baxçeyê. Her wiha şêniyên Hewselê bêxwedihiştinê jî bi gazin cin. Ji ber ku nayê parastin li vir gelek caran şewat derketiye. Hewsel ku xwedî mîrateyek mezin e bi talankirinê ve rûbirû ye. Tevî bertekên ekolojist û derdorparêz Hewsel nayê parastin û paqîjkirin.