Li Qamirgeha Nehîlê şewat derket

  • 14:21 19 Cotmeh 2020
  • Ekolojî
COLEMÊRG - Li navçeya Geverê li Qamirgeha Nehîlê ku wekî bihişta çûkan jî tê binavkirin ji ber sedemek nehat zanîn şewat derket. Hat ragihandin ku li gel şewat belav dibe jî tu mudaxele nayê kirin.
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê Qamirgeha Nehîlê ku wekî bihişta çûkan jî tê binavkirin di nava rojê de şewat derket. Şewat li her aliyên qamirgehê belav bû. Li gel ku şewat belav bû jî tu mudaxele nayê kirin.  Duyê şewatê ku belav bû ji gundên derdorê û ji navenda bajêr ve jî tê dîtin.
 
Li gorî çavkaniyên li herêmê ku me xwe gîhand wan, hat diyarkirin ku Qamirgeha Nehîlê bi peymanek navneteweyî girtine bin parastinê. Herwiha hat ragihandin ku şewat ji aliyê gundên li derdorê ve hatiye derxistin û hat destnîşankirin ku qamirgeh bi armanca bêhtir hatiniyê ji wan bigirin tên şewitandin.