Li Çiyayê Cûdî şewat berdewam dike

  • 10:19 9 Îlon 2020
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Şewata daristanan a li Çiyayê Cudî 3 roje li 7 qadên cuda cuda ku dest pê kir berdewam dike. Ji ber ku leşkerên li herêmê kesên dixwazin şewatê vemirînin asteng dike, heta niha gelek rez, baxçe û  bûn xwe
 
Li Çiyayê Cûdî ku ji navenda bajarê Şirnexê jî xuya dibe, li 7 qadan ev 3 roj e şewata derketiye berdewam dike. Ji ber şewata ku derket gelek rez, baxçe û dar bûn xwelî. 
 
Li gel şewata ku berdewam dike duh êvarê jî ji ber guleyên hedefa xwe nas dikin ku ji kelehkolê hatin berdan li herêma Qera jî agir bi daristanê ket. 
 
Hat ragihandin ku li 7 herêmên Çiyayê Cûdiyê şewata ku derketiye tu mudaxele nayê kirin û kesên dixwzin mudaxele bikin jî ji aliyê cendirmeyan ve tên astengkirin.