‘Li hember xwezaya Dêrsîmê pêvajoyek dijwar tê meşandin’

  • 09:09 28 Tebax 2020
  • Ekolojî
DÊRSÎM - Xweşikahiyên xwezayî, cureyên endemîk yên Dêrsîmê bi xetereya tûnebûnê re hatine rû hev. Endama Tevgera Jinan a Demokratîk Nîlufer Aktag wiha got: “Herêm îro li aliyekî şewatên daristanan yê ji ber operasyonên leşkerî pêk tên, berxwe dide û li aliyê din jî ji talana kapîtalîst re hatiye vekirin. Li dijî vê pêvajoyê divê polîtîkayên hevpar pêk bên."
 
Dêrsîm a ku bi çiya, daristan, çemê Munzurê û berxwedanên xwe tê zanîn, wek bihûştê yê. Dêrsîm ku bi xweşikahiyên xwe yên xwezayî mirovan mest dihêle, bi dewlemendiya erdnîgariya xwe jî gelek cureyên endemîk dihewîne.
 
Korîdorek xwezayî
 
Herêma Dêrsîmê, çavkaniyên sereke yên Hewzaya Firatê ku xwedî hewzayeke komkirina avê ya herî girîng, dihewîne. Çemê Munzur, Çemê Haltîk, Çemê Perî, Çemê Mercan û Karasu çavkaniyên herî girîng yên çemê Firatê ne. Ji sedî 75’ê herêmê çiya, ji sedî 25 plato û ji sedî 5 jî ji deştê pêk tê. Ji ber vê korîdora xwezayî rêjeya endemîzm jî zêde ye.
 
Li gorî lêkolînên flora yên di çarçoveya UBENÎS (Projeya Şopandin û Envarter a Cureyên Biyolojîk a Netewî) ya ji aliyê Wezareta Karên Av û Daristanê ve hatiye kirin de li erdnîgariya Dêrsîmê 2 hezar cureyên nebatan hene ji sedî 20 jî endemîk in. Yek ji vê cureyê jî sîrên Munzurê ne. tê gotin ku ev cure bi şîfaye û ji bo gelek nexwşeşiyan bi fêde ne. Her wiha kûlîlka çan, gilyasê Erzîngan, gîhayê bînbîrdelîk, catera Munzurê, kulîlka dawetê ya Munzurê, çaya çiya, gihayê Oltu, kerengên Munzur û kerengên Dêrsîmê ne.
 
Çavkaniya şifayê caterî
 
Yek ji cureyê herî girîn yê endemîk cateriya Munzurê ye. Caterî cureyeke nebatê ya gelek girîng e û çavkaniya şifê ye. lê ev nebatên ku her yek cuda cuda şifayê belav dikin, ji ber şewatên daristan, operasyon û projeyên talankirina xwezayê zirarek mezin dibînin.
 
‘Operasyonên leşkerî zirarek mezin didin’
 
Endama tevgera Jinan a Demokratîk Nîlufer Aktag da zanîn ku ji ber operasyonên leşkerî şewata dertên holê jî zirarek cidî dide xwezayê û her wiha ji ber projeyên maden û turîzma bê kontrol jî cureyên endemîk di xeteryek mezin de ne. Nîluferê ev tişt anî ziman: "Li dijî êrîş û piyasabûnê bi awayekî têr hişmendiyek civakî nehat avakirin. Herêm li aliyekî li dijî şewatê li ber xwe dide li aliyê din jî ji talan kapîtalîst re hatiye vekirin. Divê li dijî vê saziyên demokratîk, rewşenbîr û hunermend, siyasetmedar berpirsiyariyê bigirin û bên cem hev polîtîkayekê ava bikin.”