Xweza bi xemla xwe mirovan sermest dike

  • 09:16 8 Hezîran 2020
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Bi germbûna hewayê re xweza xwe bi kulîlkên cur bi cur xwe dixemilîne û yek jî wan deveran gundê Elemûn a navçeya Qilebana Şirnexê ye, bi xweşîktiya xwe mirovan sermest dike.
 
Erdnîgarî û xwezaya gundê Elemûnê a navçeya Qileban a Şirnexê ya nêzî sînorê Herêma Federal a Kurdistanê ye, bi xwezaya xwe mirovan û matmayî dihêle. Niha li vî gundê nêzî 4 hezar welatî dijîn. Li vî gundê welatî debara xwe bi ajalvaniyê dikin.
 
Li gund herî zêde tiştê bala mirovan dikişîbe berfa ku li çiyayên neheliyane ye. Berfa çiyayê li vî gundê 4 demsalan jî nahelin. Gelek welatî di germê de diçin berfa li çiyayên li vir kom dikin û tînin li navçeyê difrojin. 
 
Her wiha bi hatina bihar û havînê re xweza xwe bi kulîlkên cûr bi cûr dixemîline. Her wiha bi germbûna hewayê re gundî ajalên xwe dibin Zozanên Kaniya Spî ye. Her wiha jin bi komkirina nebatên cur bi cur amadekariyên zivistanê jî dikin.