'Dîrok, xweza û bîra mirovahiyê tên qetilkirin'

  • 09:10 7 Hezîran 2020
  • Ekolojî
Medya Uren-Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Li gelek bajarên bakur di warê ekolojiyê de texrîbatên mezin pêk tên. Hawirnas Derya Akyol bal kişand ser texrîbatên di warê ekolojiyê de û got:"Bi texrîbatên li ser ekolojiyê dîrok, xweza û bîra mirovahiyê tên qetilkirin."
 
Li herêmên wekî Heskîf, Geliyê Zîlan, Hevsel, Sarosê, Dîjle û Mûnzurê êrîş û qirkirinên li dijî xwezayê dewam dikin. Bi vê yekê girêdayî bi hezaran nifşên zindiyan ji ber êrîş û qirkirinên xwezayî ber bi tunebûnê ve diçin. Li gelek deveran projeyên ku hatibûn betalkirin ji ber ku Vîrusa Koronayê wekî fersend hat bi kar anîn dîsa ev proje ketin meriyetê. Ev nêzîkatî rastî berteka gelek welatiyan û hawirnasan hat. Têkildarî vê Hawirnas Derya Akyol bi ajansa me re nirxandinên xwe parve kir.
 
'Hikumet bi qetilkirinê rê li ber qeyranên mezin vedike'
 
Derya di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku qetlîamên ekolojîk ên li Tirkiye û Kurdistanê tên kirin heman in. Derya wiha berdewam kir: "Li hemû deveran xweza tê tunekirin û wê ev yek bi awayekî herî dijwar derkeve pêşberî mirov. Em encamên wan ji niha dibînin lê tevî vê jî ev nêzîkatiya me ya li hemberî xwezayê berdewam dike ku di sîstema netew-dewletê de ev yek tim heye. Tê zanîn ku hikumet hêza xwe ji sermayeyê digire. Bi îktidara AKP’ê re polîtîkayên neolîberal cihê xwe girtin û ev polîtîkayên sermayeyê bi wêrankirina xwezayê re xistin meriyetê. Lê sermayeya herî mezin jî xweza ye. Bi her qetliyameke li hemberî xwezayê re hikumet rê li ber qeyranên mezin vedike."
 
'HES çekeke tunekirin a xwezayê ye'
 
Derya di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “HES jî weke cureyên din yên enerjiyê li hemberî xwezayê çekek tunekirinê ye. Ji
pêvajoya destpêkirinê heta dawiyê ew ê zirarên mezin bide ekolojiyê û bi hezaran zindiyan. Ji niha de em li deverên çêrgeh û cotkariyê yên li geliyê Zîlanê temaşe bikin em ê zirara ku daye hîn bibin. Lawir, mirov û xweza jî bi wê re tê qetilkirin. Li Geliyê Zîlanê ji ber bertekên civakê hikumetê projeya HES'ê da rawestandin. Hikumeta ku şewba koronoyê ji xwe re weke fersend dibîne dubare proje da destpêkirin. Lê wê cardin welatî rabin ser xwe û li hemberî vê derbikevin."
 
'Hikumet deshilatdariya xwe li ser xweza û mirovan dide meşandin'
 
Derya got hemû hikumet di destpêkê de deshilatdariya xwe li ser xwezayê, li ser mirovan û nirxên wan dide meşandin. Derya wiha berdewam kir: “Em dibînin bi texrîbkirina xwezayê re dîrokek tê wêrankirin. Heskîfa ku ji dîroka mirovahiyê re bûye mesken îro maye di bin avê de. Bi wan re hiş û bîrên gelekî hatin rûxandin. Bifikirin bi hezaran kes bê avahî û bê war dimînin. Li gel vê yekê jî wê êdî nikaribin karên ku her carê dikin yên weke ajalvanî û cotkariyê bikin. Ger ku em berjewendiyên gel bifikirin divê em van yekan raxin ber çavan. Ango wê bibe berjewendiyên takekesî yên hikumetê. Ev welatiyên ku koçê bajêr bikin wê di aliyê çand û ziman de werin bişaftin. Ev beşek ji wan polîtîkayên xirakirinê ne. Ev mirov di aliyê derûnî û jiyanî de pirsgirêkan dijîn."
 
'Divê li hemberî qetlîaman em xwe rêxistin bikin'
 
Derya di dawiya axaftina xwe de cih da van gotinan: "Parastina xwezayê erka hemû ferdên civakê ye. Em weke hawirnasan di aliyê agahdarkirina civakê de xwedî erk in. Me heta niha ji bo parastina xwezayê rêxistinbûyîna civakê çalakî li dar xist. Me li ser medyaya civakî hastag, daxuyanî  û kampanyayên îmzeyê dan destpêkirin. Lê ji bo parastinê divê bi taybet  partiyên sîyasî bikevin navberê. Parastina xwezayê û rawestandina HES’an di destê me de ye, di destê civakê de ye. Divê em li hemberî qetlîaman xwe bi rêxistin bikin. Divê ez destnîşan bikim ku yên herî zêde ji van qetlîaman zirarê dibînin jin in û îro yên ku nerazîbûnê jî nîşan didin ew in. Ji ber ku yên dibin mexdûrê van wêrankirinan ew in. "