‘Li Çernobîla Îzmîrê 13 sale tiştek neguheriye’

  • 09:18 6 Hezîran 2020
  • Ekolojî
ÎZMÎR - Di 2007’an de li baxçeyê fabrîkaya guleyan a berê ya li Gazîemîr a Îzmîrê nukleer hatibû tespîtkirin û ev bûyer di rayagiştî de wek Çernobîla Îzmîrê tê zanîn. Ji 2007’an heta niha tu pêşketin jî çênebû. Seroka Şaxa ÇMO, Helîl Înay Kinay diyar kir ku ev ne pirsgirêka Gazîemîr ya Tirkiyeyê ye.
 
Fabrîkeya guleyan a di 1940’î de li Gazîemîr ya Îzmîrê hat avakirin, nav demê de li navenda bajar ma. Li dora qadê avahî û dibistan jî hene. Di lêkolîna ji aliyê Saziya Enerjiya Atom a Tirkiyeyê (TAEK) ve hatiye kirin de, derket holê ku elementa ‘europîum 52’ hatiye dîtin. Di qada fabrîkayê di hezîrana 2008’an de 200 ton bermahî hat tespîtkirin. Di tîrmeha 2018’an de di lêkolîneke din de hat gotin ku 180 ton bermahî hatiye tespîtkirin. Qad bi vî awayî wek ‘Çernobîla Îzmîrê’ hat binavkirin û derketibû holê ku der barê qadê de nîqaş ji 2007’an de dest pê kiriye. Rayagiştî di 2012’an de bi nûçeyên hatibûn çêkirin bibûn xwedî agahî.
 
‘Agahiya saziyên fermî hebûn’
 
Seroka Şaxa Odeya Endezyarên Hawirdorê (ÇMO) ya Îzmîrê Helîl Înay Kinay da zanîn ku nivîsên navbera TAEK, qeymeqamtî, walîtî û şaredariya wê demê de hene û bi lêv kir ku agahiya saziyên fermî jê hebûye û got: “Nivîsên cuda yên der barê ku van bermahiyan ji qada fabrîkayê bên dûrxistin hene. Lê heta 2012’an ev bermahî li wir bûn. Piştî demekê fabrîka tê girtin li cihekî din bicih dibe. Nivîsên bi wezareta hawirdorê re berdewam kir. Em jî ketin pêvajoyên hiqûqî. Me got divê demildest xebatên fîzîbîlîte û rehabîlîteyê bên kirin.”
 
‘Dibistana seretayî li wir heye’
 
Helîlê daxuyakirin ku dibistana seretayî 150 metreyî dûrê qadê ye û şêniyên derdorê gilî kirine û got: “Dosyayek hat amadekirin. Lê ne der barê beralîkirina bermahiyên radyoaktîf bûn. Der barê de jî doz hat vekirin. Piştî dozê pêvajoya ÇED’ê berdewam kir. Di pêvajoya paqijkirina bermahiyan de, proje ji aliyê Enerjiya Veguhestina Rêveberiya Bermahiyan a Turanlar ve dihat meşandin û biryara ‘ÇED erêniye’ hat dayîn. Li qadê xebatên TAEK’ê hat rawestandin. Niha têlên li herêmê hatine kişandin rizyane.” 219 katê asta normal, radyasyon hatibû tespîtkirin.”
 
Helîlê her wiha da zanîn ku, bermahiya nukleerê çawa hatiye tesîsek bi lîsans, kengê hatiye, dema hatiye tespîtkirin çima ji gel hatiye veşartin û hîna mirov li wir dijîn û got: “Ev ne pirsgirêka Gazîemîrê ye. Ev pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Bermahî jî bi hinceta aboriyê nehatin beralîkirin.”
 
Helîlê herî dawî bi wesîleya Roja Hawirdorê ya Cîhanê, ji bo cîhaneke baştir bang kir ku divê piştgirî ji bo xebatên odeyên pîşeyî bên dayîn.