Li Çiyayên Kaz li dijî madenan berxwedan didome

  • 09:07 5 Hezîran 2020
  • Ekolojî
ÎZMÎR - Berxwedana ‘Nobeta Av û Windanê’ ya li dijî birîna nêzî 200 hezar darên li Çiyayên Kaz didome. Hevberdevka Yekitiya Ekolojiyê Suheyla Dogan diyar kir  ji ber vîrûsê rêbaza berxwedanê biguhere jî jin dîsa li eniya herî pêş bûne.
 
Li gundê Kîrazli ya Çanakkaleyê ji aliyê Şîrketa Kanadayî ya Alamos Gold ve projeya madena zêr û zîv dimeşand û li dijî vê di tîrmeha 2019’an de ‘Nobeta Wijdan û Avê’ hatibû destpêkirin. Piştî derket holê ku 195 hezar dar hatiye birîn, piştgiriya ji bo nobetê demek kurt de zêde bû û karaseta xwezayî ya Çiyayên Kaz di rojeva rayagiştî de cih girtibû. Her çiqas ji ber vîrûsê hejmara berxwedêran kêm bibe jî Komeleya Parastina Hebûnên Xwezayî ya Çiyayê Kaz, Li her Derê Çiyayên Kaz, Piştevaniya Stenbolê ya Çiyayên Kaz, Biratiya Çiyayên Kaz, metnek hevpar amade kirin û 209 hunermend, parlamenter û saziyan îmze avêt projeyê. Hevberdevka Yekitiya Ekolojiyê Suheyla Dogan derbarê pêvajoyê de nirxandin kir.
 
Suheylayê destnîşan kir ku li herêmê du faliyetên aydê Tumad Madenê hene û wiha got: “Şîrket bertîlê pêşniyarê gelê herêmê dike. Şaredarê Balikesîrê çû serdana madena zêr ya Burhaniyeyê. Got ku maden wê îstîhdamê biafirîne. Em dizanin ku endamên şaredariyê jî berê çûne serdana madenê û rapor amade kirine. Hat rojevê ku endamên CHP’ê jî deng dane. Ji ber ketin zozanên Kozak a Çiyayê Madrayê jî bandor li Bergamayê dike.”
 
‘Tenê li nêzî Çiyayê Kazê ji 100’î zêdetir rûhsat hene’
 
Suheylayê daxuyakirin ku berxwedanên li Cerattepe, Bergama, Efemçukuru, Fatsa, Îlîç a Ergînganê berxwedan didomin û bi projeyên madenê yên Gumuşxane, Îrvîndî re xebatên Demîr Export yên li Sêwasê jî didomin. Suheylayê ev tişt daxuyand: “Li Kemaliyeyê projeyeke madena zêr ya di asta ÇED’ê de ye heye. Em nizanin ku çend proje li Wezareta Bajarvanî û Derdorê ye. Em dizanin ku li nêzî Çiyayê Kaz ji bo 100 cihî ruhsat hatiye dayîn.”
 
‘Ekosîstem tune dibe sermaye qezenc dike’
 
Suheylayê bi lêv kir ku madena ku ax û avê jehrî dike, dibe sedema tunebûna daristanan, lê mixabin berjewendiyên şîrketan tên parastin û wiha pê de çû: “Serî bihayê kanê jis edî 2 û 4 ji dewletê re dimîne. Temenê kanan di navbera 10-12’yî de diguhere. Ji bo vê jî ekosîstem tê tunekirin. Sermaye jî qezenc dike.”
 
‘Em ê li qadan bin’
 
Suheylayê di dawiyê de jî ev tişt anî ziman: “Hem li Çiyayên Kaz hem li herêmên din berxwedan didome. Têkoşîn wê hem di qada hiqûqî, hem di çapemeniya civakî û hem jî li qadan wê bidome. Di pêvajoya vîrûsê de rêbazên têkoşînê guherîn. Bi navberên civakî daketin qadan. Gundiyan li qadan cihên xwe girtin. Dem bi dem vîdeo hatin kişandin, civînên înternetê hatin kirin, daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn.”