Ekolojîst Derya Akyol: Projeya RES wê zirarê bide qadên jiyanê

  • 09:03 31 Gulan 2020
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Tê payîn ku bi Projeya Santrala Enerjiyê ya Dîcleres Ba wê li Qoser û Şemrexê nêzî 50 turbînên ba bên çêkirin. Ji Komeleya Ekolojiya Mêrdînê Derya Akyol ku rapora projeyê lêkolîn kir, diyar kir ku wê ev proje zirarek mezin bide jiyana zindiyan û avhewayê.
 
‘Projeya Santrala Enerjiyê ya Ba a Dîcleres’ ya ji aliyê Şîrketa Anonîm Dîcleres Elektîrîk ve hatiye amadekirin, tê xwestin li Dêrik, Şemrex û Qoserê bê çêkirin. Her wiha Rapora ÇED’ê jî erênî hat dîtin. Tê payîn kul i Dêrikê 37, li Şemrexê 9 û li Qoserê jî 4 bi giştî 50 turbînên ba bên çêkirin. Endama Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Derya Akyol bi lêv kir ku wê ev proje zirarek mezin bide çandinî, aborî û ekolojiyê.
 
‘Qadên sît û xwezayî dihewîne’
 
Deryayê diyar kir ku di rapora projeyê de turbîn wê beşeke mezin a Keleha Rabat ya qada SÎT bigire û ligel kelehê wê xweşikahiyên dîrokî û xwezayî yên li navçeyan ji vê projeyê bi awayekî giran bi bandor bibin. Deryayê got: “Li Dêrikê, Qada Sît ya di asta yekemde ye, yanî cihê ku keleha Rabat û xerabe lê ne beşekw ê di qada projeyê de dimîne. Di raporê de tê dîtin ku dibêje Keleh û xerabe jê bi bandor nabin. Her wiha Parka Tabîatê ya Sulava GAP’ê jî li vê qadê cih gire. Her çiqas bêjin zirarê nabîne jî îhtîmala ku zirarê bibîne gelek zêde ye.”
 
‘Wê avhewaya herêmê biguhere’
 
Deryayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku RES’ên bên çêkirin wê avhewaya herêmê biguherîne û got: “Her wiha wê zirarê bide cureyên zindiyan jî. 50 turbînên ba, wê leza ba asteng bike, berê wê biguhere û wê avhewayê biguhere. Ev jî wê zirarê bide berhemên çandî. Wê gundî gelek bi bandor bibin. Wê axa gundiyan ji dest bên girtin.”