Geliyê Çemê Dojehê bi xweşiya xwe mirovan matmayî dihêle

  • 09:07 27 Gulan 2020
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Geliyê Çemê Dojehê yê li Hezexê ye û bi xwezaya xwe her kesî matmayî dihêle, bi germbûna hewayê re bi rengê kesk xemilî. Îsal ji ber vîrûsa koronayê ziyaretvan nikarin biçin serdanê û seyranê bikin.
 
Geliyê Çemê Dojehê yê li Hezex a Şirnexê ye bi salan e li bende kefşkirinê ye û bi hatina biharê re bi rengê kesk xemilî. Geliyê li Qûntarê Çiyayê Gabarê bi bilindahî û dîmenê xwe her kesî heyran dihêle, eleqeya li hember Geliyê Çemê Dojehê her sal gelek zêde ye. Geliyê di navbera 2015-2016’an de wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hat îlankirin, niha bi germbûna hewayê re rastî eleqeyek mezin tê.
 
Ji hêla erdnîgariyê ve Geliyê Çemê Dojehê ku gelek mezin e, hewcedariya ava Hezex û gundê wê jî peyda dike.  Gel bi derfetên xwe xortim xistine çem û 4 demsalan ava xwe ji wir digirin.  Gundî erdên xwe jî pê av didin.
 
Ji ber  vîrûsê kes nikare biçe serdanê
 
Li Gelî ku şikeftên dîrokî hene, piştî qedexeyê gel wek seyrangehê bi kar anî. Beriya qedexeyê Gelî demek dirêj wek cihê leşkerî hat bikaranîn. Gelî yê ku demek dirêj çûyîna sivîlan qedexe bû, beriya çend sal pêşî vala ma. Îsal jî ji ber vîrûsa korona(Kovîd-19) ku li hemû cihanê belav bûye, ziyaretvan nikarin biçin serdanê û seyranê. Gelî  bi şînahiyê  niha xemiliye.
 
Baxçeyê bihuştê ku mirovan matmayî dihêle  
 
Gelî ligel xweşikaya xwe nayê parastin û di demên dawiyê de ji ber şerên hatin jiyîn gelek xisar dît. Bi germbûna hewayê re hemû der şîn bû û mirovan matmayî dihêle.