Hina kevir bi şifa ye

  • 09:12 23 Gulan 2020
  • Ekolojî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hina kevir ya li gundên Pîranê tê dîtin ji aliyê gelek kesî ve nayê zanîn, lê fêdeyên wê gelek zêde ne. Yek ji fêdeya wê ya herî mezin ji bo nexweşiya bîrovê gelek baş e.
 
Hina kevir ku bi taybet li gundan tê dîtin, ji aliyê gelek kesî ve jî nayê zanîn. Li gundên Pîran a Amedê zêde tê dîtin. Ev hine piranî bala zarokan dikşîne.
 
Gelek bi fêde ye
 
Hina kevir gelek bi fêdeye û li ser keviran tê dîtin û hişk e. Ji ber vê ji çêkirina deqan de tê tercîhkirin. Bikaranîna wê jî gelek hêsane û her wiha mirov bi hêsanî jî dikarin bibînin. Ji bo por jî gelek baş e û tê tercîhkirin. Por xwedî dike, xurt dike û bi taybet ji bo rengên tarî tê tercîhkirin û wek berhema boyaxa organîk tê binavkirin.
 
Hina kevir her wiha ji bo nexweşiya bîrovê jî gelek baş e. Fêdeyên wê yên din jî wiha ne: “Ji bo por neweşe, por xurt bibe, bibiriqe tê bikaranîn. Her wiha por zû dirêj jî dike.”