Li Pîranê jinan dest bi çandina şitlên sebze kir

  • 09:15 22 Gulan 2020
  • Ekolojî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Li gundê Pêrxakya yê Pîranê jinan dest bi çandina şitlên sebze kirin. Jina bi navê Mukades Yalin jî da zanîn ku ew kêfxweşiya ku şitlên xwe bi axê re anîn cem hev dijîn.
 
Li gundê Pêrxakya yê Pîrana Amedê jinan şitlên xwe yê sebze çandin. Jina bi navê Mukaddes Yalin ya ku kedek mezin da baxçeyê xwe da zanîn ku wê bi sebzeyên xwe hem havînê derbas bikin û hem jî amadekariya zivistanê bikin.
 
Mukaddesê wiha berdewam kir: “Min firingî, balcan, xiyar, bamya, rihan, pîvaz û nane çand. Îsal bihar dereng hat Amedê. Her tim baran hebû. Min ewil tovên xwe avêt. Piştre min şitlên xwe çandin. Hefteya borî me şitil çandin.”
 
‘Hewcedariya me ya sebze ji wir tê’
 
Mukaddesê daxuyakirin ku jiyana bajar zehemet e û piştî vîrusê jiyan zêdetir zehmet bûye û got: “Sebze gelek biha bûye. Em dinêrin ku êdî em nikarin bigirin. Me biryar da em sebzeyên xwe biçînin. Em hewcedariya xwe ya sebze ji baxçeyên xwe digirin. Em amadekariya zivistanê jî wisa dikin.”
 
‘Ya girîng parastina xwezayê ye’
 
Mukaddesê bi lêv kir ku berê jî li gund dijiyan û lê niha dem guheriye û got: “Me ewil qiymeta gund nizanibû. Xweza bi çavsorî bikaranîn. Niha jî her kes ji bajaran direvin gundan. Me zirar nedabûna xwezayê wê ev nexweşî nehatiba serê me. Ji vir şûnde divê em zirarê nedin xwezayê.”