Cûmane Delûl: Di cewherê jinê de girêdana bi çandiniyê re heye

  • 09:10 10 Gulan 2020
  • Ekolojî
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Jina bi navê Cûmane Delûl a ji taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ye ku ji xwe re meştelek çêkiriye û lê çandiniyê dike, derbarê kare xwe de axivî û got: ”Di cewherê jinê de girêdaneke bi çandiniyê re heye. Ji ber vê dema ku ez li meştela xwe dixebitim ez kêfxweş dibim.”
    
Çandinî jêderek bingehîn a jiyanê ye. Ji dîrokê heta îro her jinê çandinî kiriye û pê re mijûl bûye. Girêdana jinê bi axê re dihêle ku di nava civakê de efrînerî pêşbikeve û hewldana wê axê diparêze. Jina bi navê Cûmane Delûl  (40) ku dayika 4 zarokan e, li kolana El zihûr a Taxa Şêx Meqsûd ya Bajarê Helebê dijî û di wê kolanê de meştelek ji bo xwe ava kiriye ku tê de çandiniya kulîlik û fêkî dike. Her wiha bi karê çandiniyê debara malbata xwe dike. Têkildarî xebatên çandiniyê û vekirina meştelê de Cûmana ji me re axivî.
 
‘Bi çandiniyê debara malbata xwe dikim’
 
Di destpêka axaftina xwe de Cûmane qala girêdana xwe bi çandiniyê re kir û wiha berdewam kir: “Ji destpêka avakirina taxa şêx Meqsûd de bi malbata xwe re li vê taxê dijîm û li vê taxê mezin bûme.  Çandinî çanda jinê ye û heta roja îro me ev çanda xwe parastiye. Ez ji çandiniyê pir hez dikim û gelek kêfa min jê re tê. Di cewhera jinê de girêdaneke bi çandiniyê re heye.  xweza û Şînkahî mirov rehet dike.  Min dixwest her tim li derdora min şênkahî hebe, ji bo wê di temenê 18 salî de  min karê çandiniyê kir û di nava meştela xwe de dema xwe derbas dikim. Çandina kulîlkan jêdereke min ya bîngehîn e ku pê debara malabata xwe dikim.“
 
‘Di şer de jî min çandinî dikir’
 
Cûmane diyar kir ku Piştî Şer li taxa şêx Meqsûd destpêkir ew ji mala xwe û meştela xwe dûr ket û ev tişt got: ”Ji ber topbarana şer û ji bo ku ez zarokên xwe biparêzim  çend mehan ji mal û meştela xwe dûr ketim. Li wir jî min meştelek ji bo xwe çêkir. Lê piştî ku şer hat rewastandin vegeriyam nava meştela xwe ya li taxa Şêxmeqsûd û ji nû ve min dest bi xebatê kir.  Di şerde jî min çandinî dikir.”
      
‘Şarê El zihor bi navê Meştela min hat bi navkirin’
 
Cûmana di berdewamiya axaftina xwe de qala navê meştela xwe ya dema şer kir û wiha got: “Di nava Meştelê min de gelek cureyên  kulîlk û darên fêkiyan hene şêniyên  taxa Şêx Meqsûd û dervî wê tên gel min Şitilan û kulîlkan dikirin. Kolana me bi navê El- Zihûr tê naskirin, ew jî ji ber meştela min ya kulîlkan lê heye. Niha em  ji be şewbê di malên xwe de ne.  Ji ber qedexeya derketina derve, ez rojên xwe bi çandinyê derbas dikim.  Her roj di seatên sibehê de ez û hevjînê xwe bi hev re dibin alîkar û li meştela xwe baldarin.”
 
‘Hêza jinê ya jiyanê bi afrîne heye’
 
Cûmane bang li jinan kir ku her jinek dikare bi karê deste xwe civak û çanda xwe pêşve bixe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her jinek dikare tiştekî ji bo axa xwe yan welatê xwe bike. Divê îradeya xwe li hember her astengiyeke di jiyanê de xurt bike. Hêza jinê têrê heye ku bi destên xwe jiyanê bi afrîne. Bi hêvî me tevgera jiyana me vegere  weke bere û ev vîrûsa koronayê biqede. Di heman deme de li tendirustî û paqijiyê derdora xwe baldar bin.”