‘Komxebat çareseriyê pêk nayne, divê JES bi giştî rabin’

  • 09:07 21 Gulan 2019
  • Ekolojî
AYDIN - Parêzvanên mafê jiyanê yên tevlî ‘Komxebata Porojeya Nirxandina Bandora Kumulatîf a Çavkaniyên Jeotermal’ ya bi pêşengiya EBRD pêk hatibûn, diyar kirin ku ew JES’an naxwazin.
 
Bi hevkariya Wezareta Bajarvanî û Derdorê, Bankaya Pêşvebirin û Îmarê ya Ewropayê (EBRD) û Şîrketa STANTEK a Endezyarî û Muşavîtiyê, li Denîzlî, Aydin û Manîsayê ‘Komxebata Projeya Nirxandina Bandora Kumulatîf a Çavkaniyên Jeotermal’ pêk hat. Ji qada natewî û navneteweyî pisporên projeyê, nûnerên saziyên civaka sivîl, hilberîner, welatî û peywirdarên cemawerî tevlî komxebatê bûn.
Endama Platforma Hawirdorê ya Aydinê (AYÇEP) Şermîn Çetîn, diyar kir ku komxebat di alî rawestandina fîrmayên JES’ê de bi bandor nebin jî qe nebe, di mijara ku fîrma bi baldarî tevbigerin de wê bi bandor be.
 
EBRD şerta ku zirarê nede xwezayê lêkolîn nake
 
Parêzvanên mafê mirovan tevlî civîna dawî ya EBRD’ê ya li Stenbolê pêk hat bûn, diyar kirin ku banka dema krediyê dide, şerta ku zirarê nade xwezayê lêkolîn nake.
‘Em JES’ê naxwazin’
Şermîn Çetîn ya der barê komxebatê de agahî da, destnîşan kir ku ji bo zirar û fêdeyê JES’ê bên nivîsin, qert hatin belavkirin û wiha pê de çû: “Me got ‘fêdeya wê tune, em naxwazin.’ Me biryarên dadgehê pêşkêş kir. Wê gel jî binirxîne. Sazî wê çi binivîsin em nizanin.”
Şermînê di dawiya axaftin xwe de bi lêv kir ku li her derê Adydinê darên zeytûnan hene û divê JES bi giştî rabin û wiha got: “Wê çand, xweza û nasname têk biçe. Em naxwazin ev têk biçe. Qe nebe wezareta hawirdorê gilîkirin li ber çavan dîtiye û hatiye. Ev banka bankaya ku krediyê dide JES’an. Qe nebe wê kêm kredî bide. Ev xebat jî ji ber vê girîng in.”