87 saziyên hawîrdorparêz: Projeya Ilisûyê rawestînin

  • 15:22 16 Gulan 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Nêzî  87saziyên hawîrdorparêz li dijî Bendava Ilisûyê ku wê Heskîfê di bin avê de bihêle, bang kirin û gotin bêyî ku bi derengî bikeve tevbigerin.
 
Bi 10'ê Hezîranê re wê av biçe ser Bendava Ilisûyê û dê Heskîfa 12 hezar salî di bin avê de bihêle. Hewldana Jiyandina Heskîfê bi navê, ''Ji bo xilaskirina Heskîfê û Geliya Dîclê ne direng e'' bang kir. 87 sazî piştgirî dan bangê.
 
Di bangê de giringiya çandî û dîrokî ya Heskîfê hate bibîrxistin û wiha hat gotin: ''Projeya Ilisûyê ji destpêkê ve şaş e û projeya hilweşandinê ye. Ev projeya Ilisûyê wê pirrengiya zindiyan a Geliya Dîclê tune bike û her wiha wê bibe sedema ku gelek bajarên Iraqê nikarin ava vewarinê peyda bikin." 
 
Di daxuyaniyê e hate gotin heke projeya Bendava Ilisûyê were betalkirin, di serî de 5 bajarên ku rasterast jê karîger dibin wê sûda aborî, civakî, çandî û ekolojîk li civakên herêmê, Tirkiyê û Iraqê bibe û bang li hikûmeta Tirk hate kirin Projeya Ilisûyê rawestînin.