Şîrketên li Sûlava Bêgiriyê hilweşîn dikirin winda bûn

  • 09:16 13 Gulan 2019
  • Ekolojî
Hîkmet Tunç
 
WAN - Qeyûmê tayînî şaredariya Bêgiriyê ya Wanê bû bi mîlyonan lîrayî di bin navê restorasyon û peyzajê de Sûlava Bêgiriyê pêşkêşî şîrketan kiribûn. Şîrketên ku li Sûlava Bêgiriyê hilweşîn dikirin, bêyî projeyê temam bikin ji holê winda bûn. Şaredariya HDP’î ku xebatên li sûlavê tên kirin kir rapor û ji ber muxatab nedîtin, neçar man projeyê yek alî fes bikin.
 
Qeyûmê şaredariya Bêgiriya Wanê, Sulava Bêgiriyê di bi navê rekreasyon û peyzajê de bi 5 mîlyon û 500 hezar TL yî pêşkêşî şîrketan kir. Lê Sulav niha terkî qedera wan hat kirin. HDP’ê ku di hilbijartinan de şaredarî girt, di raporên amade kir de skandal derketin holê. Li têketina sûlavê alavên restorasyonê hatine danîn, lê hat hînbûn ku şîrket bêyî projeyê temam bikin ji holê winda bûne.
 
Li gorî agahiyên di raporê de cih girtine, îhala kar a çêkirina qada peyzaj û rekreasyon di 1’ê Tebaxa 2018’an de bi usula bazariyê hatiye kirin. Di 17’ê Tebaxa 2018’an de li ser 4 mîlyon û 500 hezar TL li hev kirin û peyman hat îmzekirin. Di pêvajoya kar de bi Şîrketa Lîmîted a Bazirganî û Sanayî ya Nak Tur Înşata Mîyaba a Enezyarî û Mîmariyê re xebat hat destpêkirin. Ji roja kar hat teslîmkirin pirsgirêk di navbera fîrma û saziyê de pêk hatin. Sedema vê jî ev bû ku fîrma li şûna kar bike, li riyên ku pere qezenc bike geriyaye.
 
Fîrma ku xebata peyzaj û rekreasyon nemeşandiye, ligel vê qadên kesk jî bi betonê tije kiriye.
 
‘Em ê bi gelê xwe re xwedî li xwezaya xwe derkevin’
 
Hevşaredara Bêgiriyê Leyla Balkan der barê mijarê de axivî û da zanîn ku wan şaredarî bi deynekî mezin girtine, her wiha tiştê ku qeyûm kiriye jî ne tenê nelêrêtî û deyn e û wiha got: “ Sûlava Bêgiriyê ya bi xwezaya xwe dîmenek bi heybet derxist holê jî dîmena xwe winda kiriye. Em roja hatin ser peywirê em bi texrîbatan re mijûl bûn. Em ê bi gel re xwedî li xwezaya xwe derkevin.”