Benda Masiyan a Erdîşê rastî eleqeyek mezin tê

  • 09:02 19 Nîsan 2019
  • Ekolojî
WAN - Qedexeya nêçîra Încî Kevalî ku yekane cureyê masiyên di Gola Wanê de dijî, dest pê kir û Benda Masiyan a Erdîşê ku lê koçberkirina masiyan dest pê dike, rastî eleqeyek mezin tê.
 
Benda Masiyan a 8 kîlometre yî ji Erdîşê dûr e û li ser riya Wan-Erdîşê ye, bi hatina biharê re ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dibîne. Çemê Delî ji Çiyayê Tendurek xwedî dibe û bi Gola Wanê re dibe yek û nokteya lê tê hev jî, her sal şolena koçberiya masiyên Încî Kefalî lê tê jiyîn. Bi mîlyonan masî li qada Benda Masiyên Erdîşê li têketina Çemê Delî tên cem hev û berovajî avê soberiyê dikin û diçin nokteyên ku hêkên xwe dikin. Her sal bi deh hezaran welatî û turîst diçin serdana bendê û îsal jî eleqeyek mezin dibîne.
 
Di dîroka ku hêkan dikin de neçîra wan qedexe ye
 
Bi helîna berfa çiyayan, rêjeya ava Delî Çay bilind dibe û masiyên Încî Kefalî ji 15 Nîsanê şûnde ji bo koç bike, ji golê derdikevin û li dora ava şêrîn kom dibin. Ji vê dîrokê şûnde diçin nokteyên hilberînê û piştî li vir hêkê xwe dihêlin, ji nû ve vedigerin Gola Wanê. Tevî di dîroka hêkên xwe dikin de neçîra wan qedexe ye jî, her sal masîvanên kaçax bi tonan masiyan digirin.
 
‘Em ê di Hezîranê de dîsa bên’
 
Malbatek ku ji bajarekî din hatiye Benda Masiyan a Erdîşê, diyar kir ku hewayek gelek xweş a qadê heye. Hejar Îhtîyatoglu da zanîn ku bi malbatî hatine ku qadê bibînin û wiha got: “Cihekî gelek xweş e. Em cara yekem hatin vir. Em ê di meha hezîranê de ku koçberiya masiyan tê jiyîn de dîsa bên.”