Konferansa 'Forma Ava Mezopotamya' dest pê kir

  • 13:46 6 Nîsan 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê bi beşdarbûna zêdetirî 100 akademîsyen, jîngehparêz û berpirsên Bakur, Başûr, Rojava û welatên Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê Konferansa 'Forma Ava Mezopotamya' dest pê kir.
 
Li Kolêja Zanistî ya Zanîngeha Silêmaniyê bi beşdarbûna zêdetirî 100 akademîsyen, jîngehparêz û berpirsên xwecihî yên Bakur, Başûr, Rojava û welatên Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê Konferansa 'Forma Ava Mezopotamya' dest pê kir û dê sê rojan berdewam bike. Îro jî çapemeniyê re girtî bû. Armanca konferansê ewe ku formekî hevbeş ji bo ava Mezopotamyayê peyda bikin. Ji bo ku ev av ji bo zextên siyasî di nava welatên ku ev av çavkaniya wane neyê bi karanîn.
 
Li gorî bernameya konferansê wê di roja yekem de sê panelên li ser mijarên 'Bendav, sîstema jîngehê- beşdarbûna li rêveberiya avê' bên saz kirin. Di roja duyemîn de jî, di 10 panelan de 40 mijarên têkildarî av, bendan û peywendiyên li ser avê werin saz kirin. Herwiha 3'yemîn de jî wê rêveberiyên xwecihî yên li Tirkiye, Îran, Iraq, Bakurê Sûriye qala çawaniya îdareya avê ya di navbera xwe de bikin.
 
Wê dawiya konferansê bi awayekî pêşniyar encamname pêşkêşî aliyên peywendîdar bên kirin. Herwiha wê hewl bidin ku Meclîsa Îdareya Avê ava bikin. Di roja yekem a konferansê de rê nayê dayîn çapemenî bişopîne û lê dê di roja 2'yemîn û pêde çapemenî dikare konferansê bişopîne.