Hêzên Îranê êrîşê mexdûrên lehiyê kirin: 2 kes hatin qetil kirin

  • 12:40 5 Nîsan 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabûye. Hejmara miriyan her ku diçe zêde dibe. Ji ber ku hikûmet bê denge li Xuzistan û Loristanê xwepêşandan hate lidarxistin. Hêzên Îranê êrîş kirin û di encam de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
 
Li gorî daneyên fermî hejmara kesên ji ber baran û lêhiya ji Newrozê û vir ve li gelemperiya Îran û Rojhilatê Kurdistanê gihiştiye 70’an. Hikûmeta Îranê bi hewara xelkê herêmê naçe. Li ser vê yekê çalakiyek nerazîbûnê hate lidarxistin. Lê hêzên Îranê êrîşê çalakvanan kirin û di encamê de 2 kes hatine qetil kirin û gelek kesên din jî birîndar bûn.
 
Xelkê Xuzistan û Loristanê li hemberî bêxemiya hikûmeta Îranê çalakiyek lidarxistin. Li gorî ragihandinên muxalefeta Îranê, hêzên Îranê êrîşê çalakvanan kirine û di encam de 2 kes bi guleya hêzên Îranê jiyana xwe ji dest dane. Herwiha tê gotin ku gelek kes jî birîndar bûne.
 
Li gorî agahiyan duh bi şev yek ji birîndarê xelkê Azadegan ya ser bi parêzgeha Xuzistan ê bi navê Ebud Celizi jiyana xwe ji dest daye. Abud bavê 6 zarokan bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Her wiha gorî agahiyan birîndarek din yê xelkê heman navçeyê ku navê wî nehat zanîn jî jiyana xwe ji dest daye.
 
Li şûna ku hikûmet alîkariya xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bike, êrîşê gel dike. Gel ji ber bêxemiya hikûmetê neraziye. Ji ber vê yekê xelkê herêmê li dijî hikûmetê dengê xwe bilind dike. Li gorî agahiyan li gelek cihan xelk çalakiyên nerazîbûnê lidardixin û gelek hêzên Îranê ji bo bêdeng kirina dengê xelkê çûne herêmê.