Çandina gul û daran bedewbûna welat dide der

  • 14:58 2 Nîsan 2019
  • Ekolojî
HESEKÊ - Bi armanca geşkirina xwezayê û xwedîderketina li axê di heman demê  de pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK Abdulla Ocalan, gelê navçeya Til Temir dar çandin.
 
Bi boneya 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan, rêze çalaki tên lidarxistin. Îro bi pêşengtiya Şaredariya gel a Navçeya Til Temir Gelê Kurd, Ereb û Aşûrî gelek dar li Saziya Malbatên Şehîdan, Çarxereya şehîd Qendîl û parkê çandin. Têkîldarî mijarê Hevseroka Beşa Ekolojîk a Şaredariya gel a Navçeya Til Temirê Hemdiya Husên ji ajansa me re axivî. 
 
Hemdiya diyar kir ku roja rojbûna Rêber Apo gelek bi wate ye û  got: "Rêber Ocelan di demsala Biharê de hatiye dinê,  ji ber wê jî rojbûna wî xwedî wateyeke pir mezin e. Bi hatina Biharê ronahî li tevahî cîhanê şewq da. Em di 4'ê Nîsanê de her sal dar û gulan diçînin.