Bi minasebeta 4'ê Nîsanê li Herêma Cizîrê wê dar bên

  • 12:08 2 Nîsan 2019
  • Ekolojî
Şêrîn Zêrevan 
 
QAMIŞLO – Rêxistina Kongreya Star û komîteya Aboriya Jinê  ya Kongreya Star wê 4'ê Nîsanê bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocela 3 hezar dar biçînin.
 
Rêxistina Kongreya Star û Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star bi munasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan wê  li herêma Cizîrê 3000 hezar dar biçînin. Têkildarî mijarê endama Rêveberiya Kongreya Star Rodiya Îsa û Endama Beşa Çandiniyê ya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Şêrîn Emîn ji ajansa me re axivîn û wiha gotin: " 4'ê Nîsanê ji bo me tevahî jinan roja vejîn û nûda jiyandina Nûdayê ye."
 
Rodiya di serî de rojbûna Rêber Apo li tevahî gelan pîroz kir û wiha got: "Em wek rêxistina Kongreya Star ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan gelek rêze  çalakî li dar dixin. Niha jî di berdewamiya van çalakiyan de em ê li Herêma Cizîrê  3 hezar dar biçînin. Ji ber rojbûna Rêber Apo hebûn û vejîna tevahî jinan e, rojbûna Rêber Apo rojbûna azadiya jinan e."
 
Her wiha Endama Beşa Çandiniyê ya ya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Şêrîn Emîn jî wiha got: " Em wek komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star bi minasebeta rojbûna Rêber Apo 3 hezar dar li bajarên Kantona Hesekê û Katnona Qamişlo bi gitşî li seranserî Herêma Cizîrê bi destê jinan didin çandin. 4'ê Nisanê roja vejîna jiyana nû ye."