Komira li Colemêrgê tê belavkirin hewaya bajêr qirêj dike

  • 09:13 8 Adar 2019
  • Ekolojî
COLEMÊRG - Li Colemêrgê beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê komira bê kalîte ya ji aliyê AKP’ê ve tê belavkirin, hem xwezayê û hem jî tenduristiya gel tehdîd dike.
 
Li Colemêgê beriya hilbijartinên herêmî AKP’ê ‘siyaseta komir û meqerna’ xist dewrê û bi hevkariya keya komir belav kir. Lê ji ber bêkalîtebûna komira tê belavkirin, hewaya bajar qirêj bû. Gel jî li hember vê bi bertek e.
 
‘Ji xizaniya gel fêdeyê digirin’
 
Hasîbe Çîvî ya 63 salî diyar kir ku li her kesî ku ji bo ‘komira alîkariyê’ bigire navê xwe nivîsî û nenivîsiye, komira bêkalîte tê ferzkirin. Hasîbeyê wiha got: “Ez ji ber nexweşiya astimê de di dumanek biçûk de nerehet dibim. Colemêrg bajarekî biçûk e. Ji ber krîza aborî heye mirov nikarin komirek baş bigirin. Ji ber vê neçar dimînin komirê bi kar bînin. Ev komir jî hewaya bajarê me qirêj dike.”
 
‘Ji ber qirêjiyê nexweşiya min pêş ket’
 
Hasîbeyê destnîşan kir ku ji ber komira bê kalîte sibeh û êvaran her der dibe duman û wiha pê de çû: “Hewaya qirêj tenduristiya me xera kir. Ji ber vê nexweşiya min pêş ket. Ji ber vê hewayê yên herî zêde bi bandor dibin extiyar û zarok in. Mirov ji ber vê dumanê bi astim, bronşît û heta pençeşêrê dikevin. Em Colemêrgî komira alîkariyê naxwazin. Bila destê xwe ji hewaya me bikşînin.”
 
‘Divê komira bê kalîte bê qedexekirin’
 
Zana Îhtîyat a 23 salî jî bi lêv kir ku ji ber krîza aboriyê gel neçar dimîne vê komirê bi kar bîne û got: “Li Colemêrgê bi salane pirsgirêka qirêjiyê didome. Li Colemêrgê ji ber hilberîn û kar tune ye, rêjeya betaliyê zêde ye. Mirov ji neçarî van komiran bi kar tînin. Komira hatiye belavkirin pir qirêj e. Dumana dertê jehrê belav dike. Em Colemêrgî dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin. Divê komira bê kalîte bê qedexekirin. Divê fîltre bê bikaranînin.”