Barxaneya xwê ya Tirkiyeyê: Şikeftên xwê yên Qulpê

  • 09:07 14 Sibat 2019
  • Ekolojî
ÎDİR - Li navçeya Qulpê ya Îdirê ji demên  berê û  heta niha ji şikeftan xwê tê derxistin. Li gorî lêkolînên ku li ser van şikftên xwê hatine kirin hat diyarkirin ku di van şikeftan de xuya ku heye dikare pêdivya xwe ya tirkiyeyê ya 200 sal pêşwazî bike. 
 
Şikeftên xwê ku ji demên berê de şaristaniyên cuda ji wan pêdivya xwe ya xwê pêşwazî kirine, di roja me ya îro de ji ber ku bi makîneyên kar xwê ji wan tê derxistin kun kunî hatine kirin. Li şikefta xwê ya ku tê texmînkirin xwedî barxaneya 800 milyar ton xwê ye, pêdiviya xwêya snayî û ya xwarinê ya bajarên wekî Erzirom, kars, Agirî, Erdexan, Wan, Bedlîs, Muş, Amed û Edeneyê pêşwazî dike. Herwiha ji van şikeftên xwê yên li navçeyê ji bo Gurcistan, Azarbaycan û Îranê jî xwê tê şandin.
 
Şikeftên xwê dê pêşkêşî turîzmê bên kirin
 
Şikeftên ku mîna depoya xwê ya Tirkiyeyê tên zanîn, di heman demê de ji nexweşiya bêhn çikandinê re jî wekî cihê dermankirinê ne. Ev şikeft ji aliyê turîstên xwecihî û biyanî ve jî rastî eleqeyek mezin tên.  Armanca zanîngeha Îdirê ew e ku şikeftên xwê ji turîzma tendûristiyê re bike mal.