Cudî ya çar demsalî dijî, bi hinceta ewlehiyê ji gel re girtiye

  • 09:13 12 Sibat 2019
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Çiyayê Cudî ku bi dîrok û navê xwe di nava gel de wek ‘keleha berxwedanê’ tê nasîn, çar demsalî bi hev re dijî. Çiyayê ku li lûtkeyên wê berf û li kontarên wê gîha şîn bûye, bi sedan metrekare qada wê bi hinceta ‘herêma ewlehiyê ya taybet’ ji gel re girtiye.
 
Li çiyayê Cudî ku her çar alî Botanê dorpêç kiriye 4 sal demsal bi hev re tê jiyîn. Çiyayê Cudî bi bilindî û xwezaya xwe ji hemû navçeyan ve tê dîtin û dîmenê wê mirovan matmayî dihêle. Berfa li ser lûtkeyên wê hêdî hêdî dihele û gîhayê li kontarê wê şîn bûye mizginiya biharê dide.
 
Dîmenê wê mirovan heyran dihêle
 
Çiyayê Cudî ku bi dîmenê xwe ji welatiyên bajar re şolena dîtbarî dide jiyîn û li her alî dinêre, bi rêzeke dirêj heta Bestayê diçe. Li lûtkeyên çiya baxçeyên fêkî û fistiqan heye, li kontarên wê jî bi dehan gund hene. Herêma bi çavkaniyên avê gelek dewlemend e, ne havîn û ne zivistanê pirgirêka avê nayê jiyîn. 
 
4 demsal tê jiyîn
 
Ev xwezaya bêhempa, her havînan bi hinceta ‘operasyon heye’ tê bombebarankirin. Ji ber herêma ewlehiya taybet jî kes nikare biçê. Li Cudî gelek leşker, cerdevan û qerekol hene. Niha şivan jî nikarin biçin. Ji ber vê pêkanînê jî xweşikahiya bi heybet a Cudî ya nehatiye kifşkirin, dernayê holê.