Kampanyaya çandina zeytûnan li Tit Temirê berdewam dike

  • 14:52 10 Sibat 2019
  • Ekolojî
HESEKÊ - Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê di çarçoveya kampaniya bi sernavê "Karwanê Zeytûnan" de gelek darên zeytûnan li bajarên Til Temirê çandin. 
 
Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê li dijî qirkirina xwezayê kampanyayek bi navê "Karwanê Zeytûnan" da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya ku hat daetpêkirin de li herêma Firatê 366 dar hatin çandin  û li Herêma Cizîrê jî dê 366 darên din ên  zeytûnan bên çandin. Li gorî ku agahiyên ku ji Yetiya Rewşenbîran hatin girtin hat diyarkirin ku 366 gund li Herêma Efrînê hene û bi qasî hejmara van gundan wê darê zeytûnan bên çandin. Bi gitşî li  vê herêmê jî wê 366 dar bên çandin.Dar wê li baxçeyên saziyên Rêveberiya Xwest, li goristanên şehîdan û li nava bajêr bên çandin.
 
Endamê Rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîran a Navçeya Til Temirê Mihemed Nûr axivî û wiha got:"Erdogan qirkirina gelan hedef digre, di dagirkirina Efrînê de jî ev yek hat xuyakirin. Gelê Efrînê dibêje em ê li ber dara xwe ya zeytûnê bimirin û rastî jî ev yek pêk anîn. Em ê jî bi hemû hêza xwe piştgiriya gelê Efrînê bikin heta ku rizgar bibe."
 
Weid Casim Endama Meclisa Navçeya Til Temir axivî Weid Casim jî û wiha got:"Em berxwedana serdemê silav dikin, ji bo ku em piştgiriyê bidin gelê Efrînê me darên zeytûnan çandin. Em ji Erdogan re dibêjin her çiqas tu darê zeytûnan bibirî jî em ê li her derê ji nû ve biçînin. Kes nikare me ji koka me de rabike, em ê li her derê şîn bên."