Kok ne diyar e, rastî heman e: Di bin navê 'sunetê' de îşkenceya zayendî (1)

  • 09:05 10 Tebax 2020
  • Dosya
Bi awayekî fermî qedexe be jî îşkence didome
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kok ne zelal bin jî li deverên cuda yên cîhanê bi hincetên cuda jin di bin navê sunetê de rastî îşkenceya zayendî tên. Tevî ku li gelek welatan qedexe be jî hîna didome. Zarokên hîna nebûne 10 salî tên sunetkirin.
 
Li seranserê cîhanê nêzî 200 mîlyon zarokên keçik di bin navê sunetê de rastî îşkenceya zayendî tên. Bi giranî li Başûrê Afrîka û Rojhilata Navîn pêk tê. Li Ewropa Rojhilat û Başûrê Amerîkayê jî zarok bi vê rîskê re tên rû hev. Welatên din yên piranî sunet lê tê jiyîn Ewropa ku nifûsa koçberiyê lê zêde ye, Bakurê Amerîka, Avustralya û Yenî Zelanda ye.
 
Hejmara zarokên ku hîna nebûne 10 salî û rastî vê îşkenceyê tên her diçe zêde dibe.
 
Zarok di bin rîskê de ne
 
Li gorî daneyan di salên dawî de li 25 welatan di navbera 2015-2030’an wê 68 mîlyon zarok bi îşkenceya sunetê rû bi rû hatine hiştin. Ne tenê zarokên niha yên pêşerojê jî di bin rîskê de ne. Tê texmînkirin ku di 2019’an de 4,1 mîlyon zarok rastî vê îşkenceyê hatine. Ev hejmar wê di 2030’an jî bibe 4,6 mîlyon.
 
Kok ne diyar e
 
Kokên îşkencey a zayendî ya di bin navê sunetê de pêk tê ne zelal e. Herodotos û hinek dîroknas îdia dikin ku Beriya Zayînê di sedsala 5’an de Fenîke, Hîtît û Etîyopyayê pêk aniye. Her wiha li herêmên Tropîkal yên Afrîka, li Fîlîpîn û Amazonên jor hinek kabîleyan pêk aniye, li Avustralyayê kabîleya Arunta pêk aniye, hinek Romayî û Ereban pêk aniye. Di 1950’yan de ji bo dermankirina hinek nexweşiya li Ewropa Rojava û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk hat.
 
Di kîjan temenî de tê kirin?
 
Sunet çend roj piştî welîdînê, di zarokatiyê de , di dema zewacê de an jî ducanîbûna jinê de tê kirin. Bi giştî di navbera temenê 0-15’an de pêk tînin.
 
Bandora fîzîkî û derûnî
 
Di dema têkiliya zayendî de êşek giran, şokbûyîn, xwînîbûyîn, enfeksiyon an jî tetanos, retansiyona îdrarê, li cihê genîtal birîn, enfeksiyon, septîsemî dertê holê. Heta di xwînbîbûn û enfeksiyonê de heta mirinê jî rîsk heye. Di temenê pêş de çûyî de kîst û apse çêdibe, keloîd skar çêdibe. Her wiha stres, windabûna baweriyê, xerabûnên nêzikatiyê dertên holê. Bi jinan re fikar û depresyon dikare derkeve holê.
Ev îşkenceya di bin navê sunetê de tê kirin mixabin ji aliyê mêr û jinan ve bêyî lêpirsîn jî tê destekirin. Her çiqas bizanibin zirarê dide zarokan jî pêk tînin. Ji ber ku fedeyên wê zêdetir tê qebûlkirin.
 
Tu ol piştgiriyê nade
 
Tu ol jî piştgiriyê nade sunetê û ji 14 welatên ku daneyên wan hene, li çar hebî tê îdiakirin ku ev ferza olî ye.Her çiqas girêdayê Îslamê bê hesibandin jî hemû aliyê îslamî ve pêk naynin. Her wiha ev rewşa ku mijara gotinê ye ji aliyê gelek lîderên olî ve hatiye şermezakirin.
 
Li seranserê cîhanê hinek jinên hatine sunetkirin rewşê wiha vedibêjin:
 
*Zanab ya 8 salî rastî sunetê hat: Em hêdî hêdî rehet bûn û wek keçên din nemirin. Lê êş û hiş tu car ji rastiyan winda nabe.
 
*Ji Etîyopyayê Kadîga: Ger zarokek min ya keç hebe ez tu car wê sunet nakim û ez ê encamên pêkanînê ji wê re vebêjim.
 
*Meaza 15 salî: Li gundê me jinên ji min ciwantir hene. Min bi malbatê wan re nîqaş kir. Min zirara wê vegot. Min got bi malbatên xwe bawer nekin.
 
Rêxistina Efûyê ya Cîhanê (WHO) îşkenceya zayendî ya di bin navê sunetê de pêk tê wek çar tîp vedinase. Ev wek Tip I (Eksizyon), Tip II (İnfibilasyon), Tip III (Conta) û Tip IV (Koterizasyon) tên venasîn.
 
Fikara wê îşkence zêde bibe
 
Li qada navneteweyî  her çiqas ev wek suneta jinan bê tabîrkirin jî bandora vê ya derûnî û fîzîkî ya li ser jinê tê veşartin. Foan Nifûsa Netewên Yekbûyî (UNFPA) gotina ‘suneta jinan’ şaş dibîne û diyar dike ku ev têgeh rê li ber teşwîqê vedike. Li gelek welatan jî ev pêkanîn wek derveyê qanûnî hat îlankirin.
 
Li kîjan welatan pêk tê?
 
Welatên ku ev pêkanîn lê tê jiyîn wiha ne: Benîn, Burkina Faso, Kamerun, Komara Afrîka Navîn, Çad, Fildişi Sahili, Komara Demokratik Kongo, Cîbutî, Misir, Eritre, Etiyopya, Gambiya, Gana, Gîne, Gîne-Bissau, Kenya, Lîberya, Malî, Moritanya, Nîjer, Nîjerya, Senegal, Sîerra Leone, Somalî, Sudan, Tanzanya, Togo, Uganda û Zambiya. Hinek komên li welatên Asya, Hindistan, Endonezya, Malezya, Pakistan û Sri Lanka, li Rojhilata Navîn, Umman, Emîrtiyên Ereb yên Yekbûyî û Yemen, Iraq, Îran, Fîlîstîn. Li Gurcîstan û Rûsyayê hinek kom. Li Columbia, Ekvador, Panama û Peru. Avustralya, Kanada, Yeni Zelanda, ABD, Îngîlîstan û welatên cuda yên Ewropa.
 
Ev pêkanîn rastî di navbera cezayên herî kêm 6 meh û cezayê muebetê de diguhere. Li hinek welatan cezayê pere tê birîn. Her wiha wek binpêkirina maf tê qebûlkirin.
 
Sibê: Sunet û rastiya Somaliyê