'Qutkirina ava Firatê bandoreke neyînî li ser ekolojiyê dike'

  • 09:03 11 Tîrmeh 2020
  • Dosya
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Hevseroka Desteya Enerjiyê ya Herêma Firatê Nesrîn Kenan ragihand ku dewleta tirk ji destpêka meha nîsanê ve ava Firatê qut kiriye û got: "Dewleta tirk ev ne cara yekem e ku avê qut dike, her sal van pilanên xwe yên qirêj dubare dike. Qutkirina ava Firatê bandoreke neyînî li ser ekolojî, berhemên çandinî û aboriya civakê dike, herî zêde jî li ser enerjiyê bandor dike. Ji ber ku dayîna ernerjiyê yekser bi avê ve girêdayî ye."
 
Ava çemê Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî Sûriyeyê dibe û welatiyê herêmê li ser vê avê dijîn. Dewleta tirk ji destpêka meha Nîsanê ve ava Firatê qut kiriye. Ev yek jî bû sedema ku av di bendavan de kêm bibe. Li ser kêmbûna avê, bandorên wê yên neyînî avê û çandiniyê Hevseroka Desteya Enerjiyê ya Herêma Firatê Nesrîn Kenan, Hevseroka Miduriyeta Avê ya herêma Firatê Xalîse Hecî Ebid El-Qadêr û Hevseroka Miduriyeta çandiniyê ya herêma Firatê Sewsen Daban ji ajansa me re axivîn.
 
'Ji destpêka meha nîsanê ve dewleta tirk ava Firatê qut kiriye'
 
Hevseroka Desteya Enerjiyê ya Herêma Firatê Nesrîn Kenan da zanîn ku dewleta tirk bi her awayî êrîşî gelê herêmê dike û wiha pê de çû: "Ava çemê Firatê ji destpêka meha nîsanê ve ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatiye qutkirin. Gelê herêmê li ser vê avê dijîn, çandinî dikin, ava vexwarinê û ceyrana herêmê ji vî çemî tê girtin. Dewleta tirk ev ne cara yekem e ku avê qut dike, her sal van pilanên xwe yên qirêj dubare dike. Qutkirina ava Firatê bandoreke neyînî li ser ekolojî, berhemên çandinî û aboriya civakê dike, herî zêde jî li ser enerjiyê bandorê dike. Ji ber ku dayîna ernerjiyê yekser bi avê ve girêdayî ye. Lewma dema ku av kêm dibe saetên ernerjiyê jî kêm dibin. Li ser vî esasî di 27'ê Nîsanê de me tedbîrên xwe girtin û bernameya dayîna enerjiyê diyar kir û biryar hat girtin ku saetên dayîna enerjiyê kêm bibin ango di rojê de tenê 10 saetan enerjî tê dayîn. Berî qutkirina avê di rojê de nêzî 18-20 saetan enerjî dihat dayîn. Em li gorî rewşa avê tev digerin. Em di mehên havînê de ne kêmbûna enerjiyê dibe sedem ku gel di nava derfetên kêm de bijî û ji germa zêde gelek kes nexweş dikevin. Em ji gelê xwe hêvî dikin ku di zanebûna vê rewşê de bin, bi me re bibin alîkar û parastina enerjiyê bikin."
 
'Bi me re bibin alîkar û parastina avê bikin'
 
Her wiha Hevseroka Miduriyeta Avê ya herêma Firatê Xalîse Hecî Ebid El-Qadêr teqez kir ku dewleta tirk şerê taybet bi her awayî li ser Gelê Kurd dide meşandin û wiha domand: "Kêmbûna avê dibe sedema qeyrana însanî û divê ev yek neyê pejirandin. Qutkirina ava Firatê bandoreke neyînî li ser beşê avê yên li herêmê dike. Em di nava liv û tevgerê de ne. Em hewl didin ku avê bigihînin hemû malan. Berê rojê 8-9 saetan av dihat berdan, lê niha saetên dayîna avê jî wek enerjiyê kêm bûne. Bajar bûye du beş her rojê av digihêje beşekî. Em lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin ji ber ku di saetên derengiya şevê de av tê berdan û saetên wê ne diyar in. Sedama vê yekê jî ne bi destên me ye ji ber ku bi hawizê avê ve girêdayî ye. Dema ku hewiz tê dagirtin yekser av jî tê berdan. Tevî van pirsgirêk û zehmetiyan jî heta roja me ya îro av digihêje hemû malan. Sedema kêmbûna avê nexweşiyên weke tîfo û alerjî di nava gel de derdikevin. Em bi hêvî ne ku wê gel hîn bi awayekî baldartir nêzî van rewşan bibin û ava heyî biparêzin. "
 
'Welatiyên herêmê giraniya xwe didin ser çandiyê'
 
Di dawiyê de Hevseroka Miduriyeta Çandiyê ya herêma Firatê Sewsen Daban destnîşan kir ku welatiyên Kantona Kobanê giraniya xwe didin ser çandiyê, pê debara jiyana xwe dikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em nêzî ava Firatê ne û berhemên çandiyê yên herêmê bi ava Firatê tên avdan. Dewleta tirk jî ava Firatê qut kiriye, ev yek jî bandoreke neyînî li ser berhemên çandiniyê dike. Di van mehan de cotkar dest bi çandina kûnciyan dikin û pêwistiya wan pir bi avdanê heye. Di heman demê de qutbûna enerjiyê bandoreke neyînî li ser cotkaran jî dike, ji ber dema enerjî tê qutkirin cotkar neçar dimînin ku jenetoran bi kar bînin. Li ser vî esasî wek miduriyeta çandiniyê û rêveberiya sotemeniyê biryar girtin ku cotkarên bi jenetoran berhemên çandiyê av didin 50 lître mazot bidin wan, li gorî derfetên heyî em ê bi gelê xwe re bibin alîkar. Bangawaziya me ji rêxistinên mafên mirovan re ew e ku çareseriyekê ji qutbûna avê re bibînin, ji ber ku welatiyên herêmê giraniya xwe didin ser ava Firatê. Ger av tune be wê çandiniya îsal jî baş nebe, ev jî dibe sedema qeyrana aborî ya li herêmê."
 
Bi dawî bû.