Pêl bi pêl vîrûsa koronayê (3)

  • 09:04 17 Hezîran 2020
  • Dosya
Ne vîrûs serdestan civak parçe kir 
 
Leyla Ayaz 
 
AMED - Pergala serdest, pêvajoya vîrûsa koronayê li gorî berjewendiyên xwe dizayn kir. Di vê pêvajoyê de civak hat parçekirin. Parçeyek ligel xetereya vîrûsê li derve kar kir, parçeyek li malê xebitî û parçeyek ji civakê jî li malê hatin hepskirin. 
 
Tirs, fikar, birçîbûn, tenêbûn, mirin, jiyan, malbat, zarok, aborî û pêşeroj di pêvajoya vîrûsa koronayê (Covid-19) de derket asta herî jor. Ev tişt ji bo pergala serdest bû firsendek; ezperestî, cudakarî û nîjadperestî di vê demê de bêtir derket pêş. Serdestan ji bo her beşên civakê yên wekî pîr û kal, zarok, ciwan, xizan, penaber û girtiyan plansaziyek cuda derxistin. Her plansaziyek bi xwe re feraseteke paşverû ya li gorî pergala kapîtalîst afirand. Her wiha di vê pêvajoyê de barê herî giran jî li ser milê çapemeniyê bû, çapemenî di bin şert û mercên xeter de hewlda ku rastiyê ragihîne. Em ê yek bi yek rewşa heyî bînin ziman.
 
Pîr û qal bûn gunehkarên vê pêvajoyê 
 
Li tevahiya cîhanê di serî de ji bo pîr û kalan bangewazî hat kirin û bi taybetî jî ji bo nexweşên kronîk hişyarî hatin kirin. Welatê wekî Tirkiyeyê jî ji bo pîr û kalan biryara qedexeya derketina derve îlan kir. Bi îlankirina qedexe û hişyariyan re pîr û kalên ku hafizeya civakê bûn û bi tecrûbeyên xwe yên bi salan rê û rêbaz nîşanî civakê didan bûn hedef û bi êrîş û cudakariyê re rûbirû man. Pîr û kalên bêkes dema derketin derve bi heqaretê re rûbirû man. Ev tişt têr nekir dîmenên êrîşan hatin kişandin û li ser medyaya civakî hatin parvekirin. Wekî gunehkarên wê pêvajoyê û kesên ku nayên xwestin hatin îlankirin. Mafê wan ê jiyanê hat binpêkirin û ji civakê hatin dûrxistin.
 
Li Ewropayê bi hezaran kesên pîr û kal jiyana xwe ji dest dan 
 
Bi taybetî li welatên Ewropayê jiyana pîr û kalan bêtir ket xeterê. Gelek malên xwedîkirinê yên pîr û kalan bê xwedî man û pîr û kal terkî mirinê hatin kirin. Her roj agahiyên mirina pîr û kalan ên li malên xwedîkirinê hatin parvekirin. Di rojên ewil de li Fransayê 4 hezar û 589, li Îtalyayê 3 hezar 859 pîr û kal li malên xwedîkirinê ji ber bêtedbîriyê jiyana xwe ji dest dan. Li Almanyayê jî nêzî 11 hezar malên xwedîkirinê hene û bi sedan pîr û kalan li wir jiyana xwe ji dest dan. Li Îngilistanê 700 kesên 65 û di ser 65 salî re li malên xwe mirî hatin dîtin. Li Amerîkayê jî heman tablo hebû. Gelek welatan ji bo cih ji nexweşên din re bimîne pîr û kalên rewşa wan nebaş ji nexweşxaneyan derxistin û terkî mirinê kirin. Lê hejmarên rastiyê tu carî di qeydên fermî de nehatin bicihkirin.
 
Kesên hatin jibîrkirin: Penaber!
 
Hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê kêlî bi kêlî zêde dibû lê rewşa bi milyonan penaberan jî êdî kêlî bi kêlî hat jibirkirin. Li welatên ku vîrûs belavbûyî penaber bêtir mexdûr bûn, bi cihêkariyê re rûbirû man û metirsiya li ser wan hîn zêde bû. Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Ajansa Koçê ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) dan zanîn ku piştî sînor ji ber şewbê hatin girtin û li welatan çûn û hatin rawestandin, wan bernameyên xwe yên têkildarî penaberan hemû rawestandine. Ev tişt bû sedema ku penaber bi mirinê re rûbirû hatine hiştin. 
 
Cîhekariya li hemberî çîniyan 
 
Ji ber vîrûsê welatiyên Çînê bi mehan li gelemperiya cîhanê bûn hedefa cihêkariyê, lê li Çînê jî êrîşên nijadperest li afrîkiyan hatin kirin. Her wiha Yekitiya Doktorên Sînornenas (MSF) jî bal kişand ser penaberên ku li giravên Lesbos, Chîos, Samos, Leros û Kos ên Yewnanistanê dimînin û gotin 42 hezar penaber li kampan man û bi pirsgirêkên av, xwarin û paqijiyê re rûbirû mane. Koordînasyona Antî-Koronayê ya Ewropayê jî di vê pêvajoyê de bal kişand ser rewşa hemû penaberan û da zanîn ku divê ji bo penaberan xebatên taybet ên ji bo tendirustî û starbûnê bên meşandin. 
 
Di pêvajoya vîrûsê de zarok nehatin parastin 
 
Her wiha di vê pêvajoyê de mijara herî girîng jî rewşa zarokan bû. Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), da zanîn ku ji ber girtina dibistanan milyar û nîv zarok li malê man. Ev tişt hem ji bo zarokan û hem jî ji bo malbatan pirsgirêkên cuda derxistin holê. Zarok di vê pêvajoyê de bi şîdet û êrîşa zayendî re rûbirû man. Her wiha mijara herî girîn jî zarokan tevahiya dema xwe bi înternetê derbas kirin û ev tişt ji bo zarokan metirsiyeke mezin bû.
 
Her wiha di heman demê de UNICEF, bal kişand ser rewşa zarokên li welatên xizan dijîn û diyar kir ku li welatên xizan bêtir zarok ji vîrusê bi bandor bûne û got: “Li gorî lêkolîna Zanîngeha Amerîkayê Johns Hopkînsê li 118 welatan di nav 6 mehan de dibe ku 1,2 milyon zarokên ku temenê wan kêmî 5 sala be ji ber bandora vîrûsê bimirin.”
 
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyê Antonîo Guterres derbarê rewşa zarokan de raporek aşkera kir û got: “Ji ber vîrusê zarok baş nayên xwedîkirin û bi şîdeta malbatê re rûbirû dimînîn. Ji ber krîza aborî ya gerdûnî jî dibe ku bi sedhezaran zarok ji ber xwedîkirina ne baş jiyana xwe ji dest bidin.”
 
Li Tirkiyeyê mafê zarokan hat binpêkirin 
 
Her wiha li Tirkiyeyê jî derbarê rewşa zarokan de tabloyeke baş nînê. Bi taybetî jî di vê pêvajoyê de bêtir zarokên girtî û zarokên ku bi dayikên xwe re li girtîgehê mane di rojêve de bûn. Li gorî daneyên sala 2019’an ên Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclîsê, bi giştî 2 hezar û 500 zarok li girtîgehan girtî ne. Ji vana 780 jê bi dayikên xwe re dimînin. Her wiha li gorî daneyên ajansa me jî di meha gulanê de 3 zarok hatin kuştin. 2 zarok jî bi êrîşa zayendî û 2 zarok jî bi şîdetê re rû bi rû mane. Di meha nîsanê de zarokek bi êrîşa zayendî re rûbirû ma û meha adarê jî 3 zarok bi êrîşa zayendî rû bi rû man. Ev daneyên ku me li jor dan tenê yên hatine qeydkirinin. 
 
Li Tirkiyeyê girtî terkî mirinê hatin kirin 
 
Di vê pêvajoyê de li tevahiya cîhanê girtîgeh wekî cihên herî bi rîsk hatin pênasekirin. Li Tirkiyeyê jî mijara sereke rewşa girtîgehê bû. Îqtîdara AKP'ê MHP'ê vîrûs kir hincet û daxwazên xwe yên bi salan anîn cih û bi Qanûna Înfazê re 90 girtiyên edlî serbest berdan. Ji bilî girtiyên siyasî, endamên çeteyan, diz û êrîşkar serbest hatin berdan. Îqtîdar di vê pêvajoyê de li hemberî girtiyên siyasî polîtîkayeke taybet meşand û hemû girtiyên siyasî bi mirinê re rûbirû hişt. 
 
Gelek sazî, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî derbarê rewşa girtîgeh û girtiyan de raporên xwe aşkera kirin û gotin rêgezên ji bo vîrûsa koronayê hatine aşkerekirin tên piştguhkirin. Komeleya Civaka Sivîl a Di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST), der barê 77 girtîgehan de raporek amade kiribû û dabû zanîn ku li dijî vîrûsê hêj li girtîgehan tedbîrên girîng nehatin girtin, pirsgirêkên girtiyan didomin, girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê jî destnîşan kir ku niha hezar 334 girtiyên nexweş hene ku rewşa 458'ên wan giran e.
 
Rewşa Zeynep Celaliyan di xeterê de ye 
 
Li Îranê jî piştî bertekan girtiyên siyasî jî di nav de bi tevahî 85 hezar girtî serbest hatin berdan. Her wiha bi hezaran girtiyên li navçeya Sakiza Îranê firar kirin lê 2 girtiyên siyasiyasî yên ku fîrar kirin hatin girtin û piştre jî hatin darvekirin. Her wiha Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) jî diyar kir ku girtiya jin Zeyneb Celaliyan li Girtîgeha Qerçekê bi vîrûsa koronayê ketiye û tevî ku şewb li pişika wê belav bûye jî, rayedar wê nabin nexweşxaneyê.
 
Her welat li hemberî girtiyan polîtîkayek meşand 
 
Her dewlet ji bo girtiyan polîtîkayeke cuda meşand. Li Amerîka, Îngilîstan, Elmanya, Fransa û Îtalya di serî de li gelek welatan ji bo girtiyan sererastkirinên nû hatin kirin û cezayên wan hatin kêmkirin. Li Belçîkayê ji bilî sûcên êrîşên zayendî û terorê cezayên girtiyan hatin kêmkirin. Li Elmanyayê cezayên ku 12 meh heyî hatin taloqkirin, lê belê cezayên êrîşên zayendî nehatin kêmkirin. Li Îngilistanê jî ji bo girtiyên ku cezayên wan 4 sal mane jî hatin tehliye kirin û biryara kontrolê ji bo wan hat dayîn. Li Amerîkayê girtiyên temen mezin û nexweş hatin tehliyekirin û jinên ducanî jî hatin tehliyekirin. Li Fransayê jî ji bilî şîdeta di nava malê de û terorê, girtiyên ku cezayên wan kêm mayî bi tevahî hatin tahliyekirin. Li Îtalyayê kesên ku cezayên wan ji 18 mehan kêm mayî, kesên temen mezin û nexweşên bi risk hatin tehliyekirin. Lê piştî ku bertekên li hemberî serbestberdana endamên mafyayê zêde bûn hikûmeta Îtalyayê paşve gav avêt. Li Îspanyayê jî ji bo girtîgehên vekirî û girtiyên ku di qedema 3'yan de cih digirin hatin tehliyekirin û bi rêya elektronîk hatin kontrolkirin. 
 
Çapemenî ne li dijî vîrûsê li dijî hikûmetan têkoşiya 
 
Di vê pêvajoyê de barê herî giran li ser milê çapemenî û rojnamegeran bû, ji ber ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de ligel rîskên mezin hewldan ku rastiyê ragihînin. Li tevahiya cîhanê çapemenî li gorî derfetên xwe tedbîr girtin û xebatên xwe domandin. Hin xebat bi komên biçûk li cihên kar û hîn xebat jî li malê hatin domandin.
 
Rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Presse Embleme Campegne (PEC), navenda wê li Cenevreyê ye diyar kir ku li gelemperiya cîhanê ji ber vîrûsa koronayê ji 31 welatan 127 rojnameger jiyana xwe ji dest da. Li Perûyê 15, Brezîlya û Meksikayê 13, Ekvadorê 12, Ewropayê 23, Asyayê 17, li bakurê Amerîkayê 13 û Efrîqayê jî 12 rojnameger jiyana xwe ji dest dan.
 
Çapemeniya muxalîf hat astengkirin 
 
Her wiha çapemeniya muxalif û azad li tevahiya cîhanê ji hêla hikûmetan ve bi zextan re rûbirû ma. Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), derbarê mijarê de raporek aşkera kiribû. Di raporê de ev dane hatibûn parvekirin: “Di nav 180 welatan de Çîn di sansurkirina nûçeyên der barê vîrusê de di rêza 177’an de cih girt, her wiha di pêvajoya vîrusê de jî 100 rojnameger li Çînê hatin girtin. Îran jî di rêza 173’yemîn de cih digire û çapemenî bi zextan re rûbirû ma û rojnamegerên derbarê rewşa girtîgehan de nûçe çêkirin jî hatin girtin. Brezîlya jî di rêza 107’an de cih girt û hikûmet di vê pêvajoyê de helwesteke tund nîşanî çapemeniyê da. Li bakurê Koreyê der barê vîrusê de heta niha tu çapemenî agahiyek jî nedaye, ev tişt jî asta zextan nîşan da.”
 
Girtîn û binçavkirina rojnamegeran dom kir 
 
Çapemeniya ku alîgirê serdestan bû rewşa kaosê asayî nîşan dida. Lê yên muxalîf jî bi zextan re rûbirû diman. Li Macaristanê derbarê parvekirina nûçeyan de qanûnek hat derxistin û nûçe hatin qedexekirin. Li Sirbistanê derbarê şopandina telefon û înternetê de biryar hat dayîn. Li Romanyayê derbarê hin malperên nûçeyên ku daneyên vîrûsê parvekirine biryara girtinê hat dayîn. Li Bulgarîstanê bi hineceta nûçe rastiyan venabêjin biryara girtinê ji bo dezgehên çapemeniyê hat dayîn. Li Rûsyayê derbarê çapemeniya ku daxuyaniyên fermî nîqaş dike de lêpirsin hatin destpêkirin, gelek sazî û dezgehên çapemeniyê jî neçar man ku agahiyên xwe paşve bikişînin. Li Ermenîstanê hikûmet nûçeyên derheqê vîrûsê de asteng kir, li Azerbeycanê jî derbarê parvekirinên medyaya civakê de pêla binçavkirinê hat destpêkirin. 
 
Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), di meha adar, nîsan û gulanê de ligel vîrûsê bi tevahî 23 rojnameger hatine binçavkirin, 11 rojnameger hatine girtin, derbarê 28 rojnamegeran de jî lêpirsin hatiye vekirin û 37 rojnameger jî hatin darizandin. Ligel zext û zordariyê li hemberî çapemeniya azad di vê pêjoyê de rastî di tariyê de nema.
 
Sibe: Ne vîrûs zîhniyet bi xeter e...