'Keça winda' ya Dêrsimê Gulîstan Doku (1)

  • 12:07 8 Hezîran 2020
  • Dosya
Dêrsim vê carê ji bo Gulîstan Doku dilorîne
 
Aysel Işik
 
DÊRSIM -  Pirsa "Gulîstan Doku" li ku ye pênc meh e neguheriye, Gulîstan nehat dîtin. Lorîkên ku şopên qirkirinê di nava xwe de dihewînin, vê carê ji bo Gulîstanê tên gotin...
 
Gotina "Li Kurdistanê kes winda nabin tên windakirin" li Dêrsimê bi teşe dibe. Dêrsim warê ku di sala 1938'an de keçên wê hatine windakirin e. Dêrsim ji destpêka avakirina Komara Tiriyeyê û vir de bi polîtîkayên taybet tê rêvebirin. Di vê pêvajiya ku dîrok rêya me ronî dike, windakirina Gulîstan Doku li mala me, li kolana me û di sohbetên me de derdikeve pêşberî me. Di vê çarçoveyê de em dosyaya xwe ya yekemîn a çavdêriyê ku zarokatiya Gulîstanê, xeyalên wê, çûna wê ya Dêrsimê û windabûna wê, piştî winda bûna wê pêvajoya hiqûqî, xebatên lêgrîna wê di çi astê de ne û kampanyayên ji bo Gulîstanê hatin destpêkirin tê de cih digirin pêşkêş dikin.
 
Dîroka Dêrsimê bi êş e
 
Ji bo dosya ku em amade bikin, em ji warê ku Gulîstan lê hatiye Dinê - Amedê, bi pirsnîşanên di serê xwe de, ber bi Dêrsimê ve dikevin rê. Erdnîgariya Dêrsimê ku ji gelek komkujiyan re malovanî kiriye, hîna li ser polîtîkayên taybet tên meşandin.  Di demeke ku serê me bi van hemû bûyerên xwemgîn mijûle em di ber Zanîgeha Tunceliyê re Derbas dibin. Ev zanîngeha ku Gulîstanê bi xeyalên xwe hatibûye di be ku tu carê ev qas sar nebûye. Ev rêyên ku Gulîstanê di wan re derbas bibû çawa dibû ku di 5'ê Çileyê de ew daqultînin?
 
Zinarên ku mirov bi kindiran ji wan dadikevin...
 
Her ku wesayita me pêşve diçû  gav bi gav cihên polîs lê bi komî diman zêde dibûn. Vê rewşê jî pirsa "Çawa dibe kesekî Gulîstanê nedîtibe" dianî hişê mirov. Tevahiya rojê li hemû cihên ku em çûnê me pirsa Gulîstan kir. Roja duyem li ser israra me, li ser Pira Sari Saltuk me serdana xuşka Gulîstanê Aygul û dayika wê Bedriye ku bi hêvî lêgerîna Gulîstanê dişopandin kir. Piştî ku me silav da hev li gel hewaya germ ji bo ku em kelekên lêgerînê bişopînin em çûn aliyê jêr ê pirê. Herêma ku li ser zinarekî ye bi kindirê mirov dikaribû xwe bigihînê. Dayika Gulîstanê Bedirye ku her roj li gel temenê xwe yê pêşketî vê meşa xwe ya zahmet berdewam dike li ser kevirê ku rûnişt dest bi lorîkan dike... Bedriyeyê di fikra ku ji bo Gulîstanê tişta herî baş bendemayîna wê ya li wê de ye. Em di çavên Bedriyeyê de kêfxweşiya çûna me ya gel wê dibînin.
 
Xebatên lêgerînê kêm dibin
 
Di dema ku me bi Bedriye û Aygulê re li ser rewşa Gulîstanê sohbet dikir, ji tîma lêgerînê kesek ber bi me ve hat. Rayedar jî dixwest li ser rewşa Gulîstanê hin tiştan bibêje. Lê naxwaze ku gotinên wî bên qeydkirin. Lê di fikra ku dîtina Gulîstanê li bendavê "zahmet e" de ye.  Vê fikra xwe jî bi me re parve dike. Rayedar dibêje ku xebatên lêgerînê jî roj bi roj kêm dibin. Li gel ku Gulîstanê ji roja hatiye windakirin di rojeva jinan û Dêrsimiyan de ye, ev lêgerîna li bendavê wê çiqasî berdewam bike ne diyar e.
 
Li vî cihê ku axaftin lê derbasbûn, jiyana Gulîstana ku parçeyek ji Amed û Dêrsimê ye em ji xwişka wê, dayika wê û hevalên wê guhdar dikin. Em ê van demên  ku bendemayîna wan zahmet bi kamera û notên ku me girtine di beşa duemîn a dosyaya xwe de bi we re parve bikin.