Hevserok tecrubeyên xwe vedibêjin (2)

  • 09:10 29 Gulan 2020
  • Dosya
‘Ger xwedî li hevserokatiyê bihata derketin, wê li dijî sazbûna jinê evqas êrîş nehatiba kirin’
 
Habîbe Eren
 
ENQERE - Hevseroka giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku niha girtiye, pergala hevserokatiyê, sekna partî û sekna tevgera jinê nirxand û got: “Ger ku bi awayekî xurt xwedî li pergala hevserokatiyê bihata derketin, di serî de li hember şaredariyan û her wiha sazîbûna jinê jî evqas êrîş pêk nehatibana.”
 
Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê şûnde ji bo şaredariyên HDP’ê qeyûm hatin tayînkirin û hinceta vê jî hevserokatî hat nîşandan. Pergala hevserokatiyê di 2005’an de bi Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ket jiyanê û ji wê demê de ji aliyê desthilatdariyê hedef hat girtin. Jinan li dijî vê gotin ‘hevserokatî xeta me ya sor e’ û li dijî vê li qadan têkoşîn meşandin.
 
Fîgen Yuksekdag di 2’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê de hevserokat a hilbijartin û du salan hevserokatî kir, di 4’ê Mijdara 2016’an de hat girtin.  Fîgen Yuksekdag 4 sal û nîv e li girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê ya Kocaeliyê girtiye. Fîgenê pirsên me yên der barê hevserokatî, tayînkirina qeyûman û îlegalîzekirina hevserokan de bersivand.
 
*Hevserokatiya berê bi awayî fîîlî pêk dihat di 2014’an de fermî bû û hûn hevseroka giştî ya HDP’ê hatin hilbijartin. Pergala hevseorkatiyê di têkoşîna jinê û siyaseta demokratîk de girîngî û wateya wê çiye?
 
Hevserokatî berhema têkoşîna wekhevî û azadiyê ye.  Ev pergal li Tirkiyeyê yekem car di tevgera azadiya jinan de di qada siyasî de derket holê û her çiqas  ji aliyê dewletê ve bi awayekî fermî bê qebûlkirin jî, pergaleke fîîlî pêk tê. Ev helwesteke têkoşînê ya rewa ya fîîlî ya li dijî pergala serdets e. Bi têkoşîna zehmet a jinê ev pergal derket holê. Ji ber ku pergala serdest tu car mafekî qanûnî di partî û rêveberiyên herêmî de cih neda jinê. Bi vê pergalê re ji bo jinê qadek berfireh hat vekirin. Yanî pergala hevserokatiyê pêşiya gelek qezencên jinan vekiriye.
 
Bandora wê ya din jî ev e; bandor li ser civakê kir û bi vê re jî jin di qada cemawerî, tevlîbûna siyasetê de bûn xwedî cesaret, pêşiya jinê vebû, pêleke ronakbîrî û hişmendiyê ya dîrokî afirand.Esasa pergala heveserokatiyê ev e; jin e û di her qadê de ferz dike ku fikr û pratîka jinê hebe, xwe di hişê civakê de bi cih bike û têkoşer be.  Pergala hevserokatiyê bêguman bandorek girîng li ser siyaseta pergalê jî dike. Ji ber vê jî dibe hedef, rastî êrîşan tê.
 
*Pergala hevserokatiyê ya destkeftiya têkoşîna azadiya jinan e, ji bo tevgerên jinan yên Tirkiyeyê çi anî?
 
Tevgera jinan dikaribû ji pergala hevserokatiyê ji partî û rêxistinên ku hevserokatî pêk anîn, gelek fêde bigirta. Parçebûna di tevgera karkeran de mixabin di têkoşîna azadiya jinê de jî tê jiyîn. Di demên dawî de li dijî şîdet û kuştinên jinan çalakî û hevkarî pêk tên. Lê jin potansiyela şoreşger û pêşketî li her qadê seferber nake. Em jinên di bin bana HDP’ê de lê yên têkoşîna xweser dimeşînin xwedî berpirsiyarî ne. Em nikarin bêjin ku demên dawî xwedî li zemîna kolektîf a hevserokatiyê tê derketin.  Li dijî tayînkirina qeyûman,  tevgera xwedîderketinê qels dimîne. Xwedîderketina li hevserokatiyê gelek girîng e. Pergala hevserokatiyê û nûneriya wekhev ya HDP’ê her tim di mijara jinê de pêşketin ferz kiriye.
 
*Di pêkanîna hevserokatiyê de di partiyê de zehmetî derketin holê gelo?
 
Bêguman hatin jiyîn û hîna jî tên jiyîn.Pirsgirêkên qebûlkirinê ya ji aliyê feraseta serdest ya mêr ve hatin jiyîn. Yanî bi giştî pirsgirêk nehatin çareserkirin. Di esasê de jî ev tê wateya ku jin û rêxistinên jinan her tim di têkoşînê de bûne. Carna ji bo jinan rewşên wek bêzarbûnê, şikandina insiyatîfê tên jiyîn. Bi taybet jî berê li herêman di hevserokatiya jinan de zehmetiyên cidî hatibûn jiyîn. Wek ez dizanim îro ev rewş gihiştiye astek cidî. Li aliyekî zayendperestî, zordariya faşîst û dagirkirin, li aliyê din jî  pozîsyoneke xebatkariye bê bandor ya li jinê tê ferzkirin, ligel vê têkoşîna di partiyê de jî ferz e û ev ji bo jinê tu car ne hêsan bû. Hele ku jinên şert û mercên wan yên aborî, civakî giran û xwedî zarok, ji xwe di siyasetê de di pozîsyonek wekhev de nikarin cih bigirin. Me jî di partiya xwe de ev pirsgirêk jiyan.
 
*Gelo pergala hevserokatiyê ji aliyê endamên partiya we ve bi awayekî tam hatiye esasgirtin?
 
Ez nikarim bêjim ku bi kûrahî hatiye esasgirtin û fêmkirin,yanî zêdetir wek ferzkirî tê esasgirtin. Nûneriya wekhev ji ber di ewlehiya rêzikname û bernameyê de ye, tekabulê vê ferzkirinê dike. Bêguman ev ne tiştekî xerabe lê hinek ferzkirin ji yên di pirtûkê de nivîsandin wêdetir e. Di esasê de kêmasî hene. 
 
*Hevserokatiyê bandorek çawa li civak û hilbijêran kir?
 
Min behs kiribû ku bandorên erênî li jinan kirine, lê di encamê de civakê, bi mêr û jinê re bi siyaset û pergalek serdest bi rê ve dibe. Em rastî encamên vê tên. Mirov di civakê de nakokiyên di fêmkirina hevserokatiyê de dibînin. Mirov nakokiyên pêvajoya guherînê dibînin. Tevî hemû pirsgirêk û êrîşan, di gûherînên mayînde û yên girîng de hevserokatî û nûneriya wekhev tê.
 
*AKP’a ku di 2014’an de hevserokatî fermî kir, niha jî bi hinceta hevserokatiyê qeyûman tayîn dike. Di vê mijarê de  pêvajoya tayînkirina qeyûman çawa dinirxînin?
 
Şaredariyên HDP’ê bi hevserokatiyê gelek xebatên dîrokî pêk anîn.  HDP’ê bi van mînakê ku tu partiyan navê wê nizanibû, jiya. Niha jî dixwazin vê xeta polîtîk a herêmî bişkînin û şûnde bixînin. Êrîşên qeyûman îradeya jinê, tercîh û mafên di encama vê de bidest xistine hedef digire. Hevserokatiyê bi ‘terorê’ ve girê didin û dixwazin destkeftiyên jinan yên girîng tasfiye bikin. Ev êrîş armanc dike ku siyaseta demokatîk ji her derê qut bike. Ji ber vê jî jinan bi şîara ‘hevserokatî xeta me ya mor e’ bertek nîşan da, ev gelek watedar û girîng e. Lê li dijî vê operasyona kûr û berfireh, hewcedarî bi zêdetir tiştî heye. Divê berxwedan li seranserê welat belav be û biguhere tevgera yekbûyî. Ger ku bi awayekî xurt xwedî li pergala hevserokatiyê bihata derketin, di serî de li hember şaredariyan û her wiha sazîbûna jinê jî evqas êrîş pêk nedihat.
 
Hewldanên ji bo tunekirina HDP’ê, çaryeka wê ji bo çareseriyê pêk bihata wê îro Tirkiye welatekî din bûna. Divê em ji her tim zêdetir xwedî li HDP’ê derkevin.
 
Nîşeya edîtor: Ev roportaj beriya pêvajoya pandemiyê hatiye girtin.
 
Sibehê: Hevseroka giştî ya dema berê ya DBP’ê ya girtî Sebahat Tuncel tecrubeyên xwe vedibêje…