Ji Aigaionê ber bi sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ve veguhestina dîrokî ya giravekê (1)

  • 09:21 21 Nîsan 2020
  • Dosya
Dîwarê Klîseya hilweşiyayî, girtîgeha nimûne û serîhildan
 
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Girava Îmraliyê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê zanîn, ji gelek gelan re malovanî kiriye. Ji Aîgaîonê veguherî Îmraliyê, ev der bû şahîdê tecrîdê û bû şahîdê berxwedaneke dîrokî. 
 
Piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê birin wir. Îmrali ji bilî girtîgehê jî qadek jiyanê ye û ji gelek gelan re malovanî kiriye. Lê belê rêwitiya dîroka Îmraliyê çawa ye? Li vir pergalek çawa hat pêşxistin?
 
Îmrali li ser 10 kîlometre kare ye û beriya Zayînê di sedsala 7’emîn de wek cihekî stratejîk ji bo împaratoriyan hatiye dîtin. Grava Îmraliyê ewil ji aliyê Bîtîniyan ve hatiye fetihkirin. Navê Girava Îmraliyê yê herî kevn ‘Aîgaîon’ e. Bi dorê ket bin serdestiya Bîtîniyan, Pers û Romayan. Împaratoriya Romayê ya Rojhilat hezar salî li ser giravê serdest bû.
 
Di sedsala 14’emîn de Tirkan Îmrali dagir kir. Di navbera 1324-1352’an de ket bin dagirkirina Tirkan û bi armanca têkiliya Bursayê bi Împaratoriya Bîzansê re qut bibe, wek barageha behrê tê bikaranîn. Kalolîmnos wek Îmrali tê guhertin.
 
Emîr Alî Bey bi dest xist û ji ber vê navê ‘Cezîre-î Emîr Alî’ hat danîn. Îmrali yekem girava ku ji aliyê Osmaniyan ve hatiye girtin e. Dema girav ji Bizansê hat girtin navê wê Kalolîmnos bû. Piştî Emîr Alî girt nav wek ‘Emîr Alî’ hat guhertin.  Emîr Alî jî di nav demê de diguhere û dibe Îmralî
 
Girav ji Rûmên Ortodoks re tê vekirin. Girav di Yekemîn Şerê cîhanê de tê valakirin û şêniyên wir bi rawestandina şer re dîsa vedigerin malê. Piştî peyma Lozanê(1934) şûnde gelê giravê vedigere Yewnansîstanê. Îmrali piştî vê hinekî vala dimîne.
 
Fikra girtîgehê dikeve dewrê
 
Di 1935’an de biryar tê dayîn ku giravê veguherin girtîgehê. Fikr ji aliyê waliyê Bursayê Fazli Guleç ve tê dayîn. Biryar jî ji aliyê wezîr Şukru Saraçoglu ve tê qebûlkirin. Mufetîşê wezareta dadê Mutahbar Başogulu tê pewyirdarkirin. Girtiyê bi navê Fahrî ku hosteyê çêkirina dîwaran e dêrê restore dike û dike koguş. Di 11’ê Tebaxa 1935’an de dikeve faliyetê. Hejmara girtiyên ewil 50 bû.
 
Ji Dêrê veguherî girtîgehê
 
Ji sûcê cînayetê 50 girtî ewil birin Îmraliyê. Wê demê Girava wek girtîgeha nîv vekirî ket faliyetê. Di salên pêşketî de Muhtar Başoglu yê şaredarê Odemîşê bû bi girtiyan re çû giravê. Yek tîp cil li girtiyan hatibû kirin û kon tê vedan û dest bi înşatan tê kirin. Di esasê de vir girtîgehek islahê ye.
 
Îmrali wek projeya cihê islahê tê avakirin û bi vê armancê bûyera xwe ya ewil jî dihewîne. Mahkumekî qetil kiribû  neqlê Îmraliyê hat kirin û tê lêkolîkirin ku ka wê bê islahkirin an na.
 
Abdullah Ocalan anîn Îmraliyê
 
Di 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî teslîmê Tirkiyeyê hat kirin û birin grava Îmraliyê. Piştî Abdullah Ocalan birin Îmraliyê ‘veguherî girtîgeha giraveke yek kesî’. Piştî Abdullah Ocalan birin gravê girtiyên din sewqî girtîghên din kirin. Li vir êdî pêkanînên ku li cîhanê nayên dîtin hatin pratîzekirin.