Dîrokek ji berxwedan, têkoşîn û efsaneya Şoreşa Rojava: Til Temir (3)

  • 09:03 26 Sibat 2020
  • Dosya
Jinên ku li berxwe didin: Em tu carî vîna xwe radestî dagirkeran nakin
 
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Rêveberên Kongreya Star û Aşûriyên Til Temirê êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên di 23'yê Sibata 2015'an de nirxandin û wiha gotin: "DAÎŞ'ê xwest ku nasname û hebûna gelê aşûrî, kurd û ereb tune bike, lê berxwedan û yekîtiya gelên Til Temirê hemû planên qirkirinê têk birin. Ne DAÎŞ û ne jî dewleta tirk a dagirker wê nikaribe Kurd û Aşûrîyan qir bikin. Em tu carî vîna xwe radestî dagirkeran nakin."
 
Çeteyên DAÎŞ'ê di 23'yê Sibata 2015'an de êrîşî gundewarên Til Temirê kirin. Di encama êrîşan de bi dehan dêr û mizgeft ên olî teqandin û rûxandin. Her wiha zêdetirî 262 kesên Aşûrî revandin. 
 
Têkildarî salvegera êrîşan Endama Meclîsa Kongreya Star Çinar Yûsif, Rêvebera Meclîsa Kongreya Star a bajaroka Xera, Mehatî Mihemed û dayika Aşûrî Edîba Beda Dawûd, nirxandin  kirin. 
 
'Planên dagirkeriya dewleta tirk a ji bo Til Temirê ne nû ye'
 
Çinar Yûsif  diyar kir ku dewleta tirk û çeteyên DAIŞ'ê xwestin planên xwe yên li dijî yekîtiya netewan pêk bînin û wiha got: "Êrîşek gelekî giran bi ser Til Temir û gundewarên wê de hat. Xwestin planên xwe yên li dijî yekîtiya netewan pêk bînin, lê gel li dijî planên wan hişyar bû û rê neda ku pêk bînin. Til Temir dilê Herêma Cizîrê ye. Di şerê ku li Til Temirê qewimî, em wekî Kongreya Star bi erkê xwe rabûn û dikaribûn roleke gelekî girîng bilîzin. Planên dagirkeriya dewleta tirk a ji bo Til Temirê ji zû de ye."
 
'Kongreya Star, parastina taxan dikir û birîndar derman dikir'
 
Çinarê xebatên ku li Til Temir di 3 mehê şer de pê ve rabûn wiha bibîr xist: "Da ku şervanên me ango ew zarokên me di çeperên şer de birçî nemînin me dest bi çêkirina xwarinê kir. Çêkirina xwarinê 3 mehan dewam kir, rojan e endam û rêveberên Kongreya Star ji saet 05:00'ê siharê de dest bi çêkirina xwarinê dikirin di saetên êvarî de jî bi erka xwe ya parastina tax û kolanê xwe radibûn. Beşek jî ciyê xwe li nexweşxaneyê digirtin, birîndarên ku dihatin ew derman dikirin, şehîd radikirin û paqijiya nexweşxaneyê jî dikirin. Niha jî dîsa dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin navçeya Til Temir dagir bikin, lê li hember wan ew ê têkoşîna me her ber dewam bike, çeka me ya bingehîn rêxistina me ye."
 
'Jinên Çiyayê Kizwanan bi eşqa azadiyê bendewarên roja ronahiyê bûn' 
 
Mehatî Mihemed daxuyakirin ku DAÎŞ zagonên pir hişk li hember jinên ereb ên ku li Çiyayê Kizwanan dijiyan dida meşandin û wiha dom kir: "DAÎŞ'ê bi rêya olê xwest ku jinê ji xwebûna wê dûr bixin û bikin milkê xwe. Li dijî jinan zagonên pir hişk didan meşandin. Li gor zagonên DAÎŞ'ê divê dest, rû, bedena jinê xuya neke. Divê jin tena xwe dernekeve ber deriyê malê. Heger hevjîn, bira ango bavê wê ne bi wê re be nabe ku gavekê bavêje û pêwîst e ku dengê jinê neyê bihîstin û kincên rengîn li xwe neke. DAÎŞ'ê bêhna gel taybet jinan çikandibû, lê jinên ku rastî îşkenceyê jî hatin bi eşq û hêviya ji bo azadiyê bendewarê roja rizgarkirinê bûn. Şervanên YPJ/YPG' ê, me ji DAÎŞ'ê rizgar kirin."
 
'Pêvajoya sazkirin û rêxistinkirinê hat destpêkirin'
 
Mehatî pêvajoya sazkirin û rêxistina jinan a piştî rizgarkirina Çiyayê Kizwanan wiha anî ziman: "Gel piştî rizgarkirinê dest bi pêvajoya sazkirina sazî, meclîs û şaredariyê kirin û roleke xwe ya girîng lîstin. Jin li hember  hişmendiya civakê têkoşînek dida meşandin. Heta dawî jî em ê li ser fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin bikin û rê nedin tu kesî ku zirarê li tevgera me bike."
 
'Ne DAÎŞ û ne jî dewleta tirk wê nikaribin nasnameya Kurd û Aşûriyan qir bikin' 
 
Edîba Beda Dawûd  êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 23'yê Sibata 2015'an de nirxand û wiha got: "Di saet 04:30'an de ya 23'yê Sibatê me dengê çeteyan bihîst. Bi sedan ji Aşûriyên me revandin. DAÎŞ'ê derheqê Aşûriyan de fermanek nû pêk anî. Ne tenê aşûriyan, kurd, ereb û suryanî jî hedef girtin. DAÎŞ ne tenê çete ne. Her wiha hov in jî. Çavên Tirkiyeyê bar nabe ku bibîne Sûriye di rewşeke aram û ewle de dijî. Ji ber wê dixwaze ku para wê di nava Sûriyeyê de hebe. Ne DAÎŞ û ne jî dewleta tirk wê nikaribin nasnameya Kurd û Aşûriyan qir bikin. Ne DAÎŞ û ne jî Tirk wê nikaribin yekîtiya me bi dawî bikin. Em gelê resen yê vê axê ne û heta dawî jî em ê li hember dagirkeran têbikoşin."
 
Bi dawî bû.