Panoramaya dawiya salê ya 2019'an a Rojava (11)

  • 09:05 30 Kanûn 2019
  • Dosya
Jinan sala 2019'an li qadan bi serhildanê derbas kirin. 
 
Nûdem Têkoşer
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê jinan li dijî DAÎŞ'ê destkeftiyên mezin bi dest xistin û sala 2019'an li qadan bi serhildanê derbas kirin. Jinan li qadan bi çalakiyên ku kirin bersiv dan gef û êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê. Jinan di nava salê de di qada çand, huner, siyaset, aborî û perwerdeyê de îmze avêtin binê serkeftinên nû. Çalakiyên jinan ên 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê xurt derbas bû. Di vê salê de yek jê mijarên ku derketin pêş jê ev e ku jinên YPJ'ê ala dawî ya DAÎŞ'ê li Baxozê daxist. Bi hezaran DAÎŞ'î teslîmî QSD, YPJ û YPG'ê bûn. 
 
Lê Şoreşa Rojava ya ku li Rojhilata Navîn şoreşa jinê afirand bû hedefa desthildatdaran. Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Rojava kirin. Di 12'ê Cotmehê de Sekretera Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef bi îşkenceyê hat qetilkirin. Lê hevalên Hevrînê qad terk nekirin û soza şopandina doza wê dan. 
 
Ka em ji nêz de lê binêrin salek jinên li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê çawa derbas bûye:
 
Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di despêka meha çile de ji bo bîranîna jinên şoreşger Sakîna Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin bi hezaran kes daketin qadan.
 
Her roja meha çileyê bi peşengtiya Kongra Star bi çalakiyan derbas bû. Armanca van çalakiyan, şermezarkirina gefên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Di heman demê de di van çalakiyan de li dijî tecrîdê hat derketin û berxwedana Leyla Guven a ku li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiribû hat silavkirin.
 
Di 20'ê çile de Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê bi boneya salvegera yekemîn a piştgiriya berxwedana Efrînê, li hola Zana ya Kantona Qamişloyê komxebatek orgenîze kir.
 
Di 28-29'ê çile de bi boneya salvegera a şehadeta Avesta Xabûr civin û çalaki hat lidarxistin.
 
Di 31'ê çile de Konferansa 2’yemîn a Yekîtiya Jinên Êzidî ya kantona Efrînê û bajarê Helebê hat çêkirin. 
 
Di navbera 7’ê Sibatê heta 15'ê sibatê Kongreya Star bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destekdayîna çalakiya Leyla Guven bi dirûşma "Em ê tecrîdê rakin, faşîzmê hilweşînin û avakirina neteweya demokratîk mîsoger bikin" li hemû bajaran mîtîng li dar xist. 
 
Di meha sibatê de bi dirûşma ‘Berxwedan jiyan e, dengê Leyla Guven e’ ji bo piştgirîya çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîdê dabû destpêkirin, gelek çalaki hatin çêkirin. 
 
Di 25'ê sibatê de 16 rêxistinên jinan bang li gelên cîhanê kirin ku daxwaza Leyla Guven bi cih bînin
 
Dawiya maha sibatê bi dirûşma 'Bi berxwedana jinê jiyan geş dibe û teror tune dibe' Minbic, Tebqa, Reqa ve Derazorê çalakîyen 8'ê Adarê hatin çekirin. 
 
Di 1-2-3'yê Adarê de bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Kongreya Star a bajarê Hesekê, herêma Firat, Heleb, Girê Spî, Saziya Malbatên Şehîdan yê Derazorê çalakî li dar xistin.  Şaredariya Gel a Qamişloyê 255 dar çand. 
 
Di 2'yê adarê de Kongreya Star bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê eşkere kir û  li Heleb, Tirbespiyê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Serêkani, Dêrik, Amûdê, Girê Spî çalaki çebûn. Rexistinên jin ên Minbicê, Dêrazor, Tebqayê jî bi dirûşma 'Bi berxwedana jinê jiyan geş dibe û teror tune dibe' çalakî çekirin.
 
Di 6'ê Adarê de Yekemîn Navenda Jinelojîyê li herêma Firatê li bajarê Kobanê bi merasîmekê hate vekirin.
 
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şandeyeke ji jinên Spanî gihîşt Rojava.
 
Di 7’ê Adarê de bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi sedan jinên kantona Girê Spî meşek li dar xistin. Li bajarê Minbicê jî jinan bi şahiyekê roja xwe pîroz kirin. Li Dêrazorê cara yekemîn bi sedan jin beşdarî xwepêşandana 8’ê Adarê bûn.
 
Di 8’ê Adarê de Şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ên di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê de 8'ê Adarê li gundê Sûsê yê li beramberî gundê Baxozê pîroz kirin.
 
Li hemû bajarên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê hemû jin bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê derketin qadan. Jinan peyama piştigiriyê ji bo Leyla Guven a di greva birçîbûnê de bû ragihandin.
 
Di 10 ê Adarê de Konferansa 1'emîn a Rêveberiya Jin a bajarê Tebqayê hat lidarxistin.
 
Di 12 ê Adarê de Kongreya Star şaxa Efrînê dewreyeke bîrdozî ji 30 mêran vekir.
 
Di 13' ê Adarê de Rêxistin, tevger û partiyên siyasî yên jin ên Bakur û Rojhilkatê Sûriyeyê bi drûşma ‘Bi yekîtiya jina azad em ê civakek demokratîk û azad ava bikin’ civîna xwe ya yekemîn li dar xist. 
 
Di 24' ê Adarê de Serkeftina QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê ji aliyê Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Kongreya Star, Meclîsa Jinan a Minbic û Tebqayê hate pîrozkirin. 
 
Di hefteya destpekê ya meha nîsanê de Koordînasyona Kongreya Star ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke weşand. Ji bo 4'ê Nîsanê saziyên jinan gelek çalakî li dar xistin. 
 
Di 15'ê Nisanê de Konferansa Yekemîn a Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê çêbû û meclîsa rêveber ji 21 endaman hate avakirin.
 
Di 23'ê Nisanê de li herêma Zixêr a gundewarê Dêrazorê 5 komînên jinan hatin avakirin.
 
Di 29'ê Nisanê de Konferansa Yekemîn a Meclisa Jinên Ciwan a bajar û gundewarên Minbicê hate avakirin.
 
Di 2'yê Gulanê de yekemîn Konferansa Rêveberiya Jinan a Reqayê li Hola Tac a navenda bajarê Reqayê hate lidarxistin. 
 
Di 10'ê Gulanê de li kampa Serdem a Şehbayê civîna pêşî ya jinên ciwan a herêma Efrîn û bajarê Helebê hate lidarxistin.
 
Di 13'ê Gulanê de bi laçikên spî bi hezaran jinên Herêma Cizîrê êrîşên dewleta tirk ên li dijî jinên laçikspî şermezar kir. 
 
Di 30'yê Gulanê de bi armanca alîkariya jinên pêwîstwar, projeya malên plastîkî li gundê Reqa El- Semra yê gundewarên rojhilatê bajêr, vekir. 
 
Di 1-2'yê Hezîranê de Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di bi beşdariya 200 delegeyan konferansa xwe ya duyemîn li dar xist. 
 
Di 11'ê Hezîranê de Yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Tebqayê hate lidarxistin.
 
Di 14'ê Hezîranê de Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma ‘Yekitiya jinên azad mîsogeriya Sûriyeya demokratîk e’ bi tevlîbûna hemû pêkhateyên jin li bajarê Amûdê çêbû.
 
Di 20'ê Hezîranê de Meclisa Jinên Sûriyeyê li navçeya Eyn Îsayê komxebatek bi dirûşma 'Jin û ol, diyalektîka di navbera zordarî û rizgariyê de' çêkir. 
 
Di 1'ê Tirmehê de Şandeya jinan a Îtalî serdana rêvebiriya jinê ya Reqayê û Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser Eyn Îsa kir. 
 
Di 3'yê Tirmehê de 2’yemîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya 300 delegeyan li Girkê Legê hat lidarxistin. 
 
Di 13-14'ê Tirmehê de Komxebata berfireh a jinan bi dirûşma 'Jin di dema şer de rastî û aso ne' li Navenda Çandî ya Tebqayê 2 rojan niqaş çêbûn.  
 
Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya herêma Minbicê dewreya perwerdeyê ya havînê ya ku 7 rojan dewam kir çêkir.
 
Di 15-16'ê  Tirmehê de bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê Yekitiya Jinên Ciwan 2'yemîn mîhrîcana Şehîd Stêrvan a jinên ciwan li bajarê Kobanê li dar xist.
 
Di 22'yê Tirmehê de Rêveberiya Jinan a Dêrazorê dest bi pêngava hişyariyê ya der barê zewicandina temenê biçûk de û gendeliya de kir.
 
Di dawiya meha Tirmehê de di çarçoveya pêngava "Me yekîtiya xwe ava kir, em bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin, da ku xwe biparêzin" armanca şermezarkirina gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmê ji aliyê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye destpêkirin li her cihî jin daketin qadan û çalakî li dar xistin. 
 
Di 3'yê Tebaxê de li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 5’emîn a qirkirina Şengalê bi çalakiyan hatin bibîranîn. 
 
Di salvegera 5'emîn a Komkujiya Şengalê de komxebat ji aliyê Kongreya Star ve hate birêxistinkirin.
 
Di 8 û 21'ê Tebaxê de li dijî êrîşên dewleta tirk jinan bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagikeriyê û DAIŞ’ê têk bibin” pêngava çalakiyan dest pê kirin.  
 
Di 22'yê Tebaxê de Kongreya Star a Serêkaniyê bi çalakiyekê kuştina jina bi navê Lema Mihemed El-Rezc bi tundî şermezar kir. 
 
Di 25'ê Tebaxê de Rêxistin û saziyên jinan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civaka navneteweyî kirin û wiha gotin: “Tirkiye ji ber binpêkirinên li ser gelê Sûriyeyê dike, darizînin.”
 
Di 1'ê Îlonê de Komxebata yekemîn a jinên êlên Ereb ên herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê ya li Keleha Caber a bajarê Tebqayê bi eşkekirina encamnameyê bi dawî bû. Sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn El-Xelef destnîşan kir ku komxebata jinên êlan careke din hevgirtina jinan isbat kir. 
 
Di 22'yê Îlonê de Yekemîn akademiya Hêzên Xweparastinê-Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Amûdê hate vekirin û dewreya yekemîn a perwerdeyê hate destpêkirin.
 
Di 25'ê Îlonê de Yekemîn Komxebata Navenda Lêkolînên Jineolojiya li herêma Firatê li bajarê Kobanê hate lidarxistin
 
Di 21-26'ê Îlonê de Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi boneya 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi dirûşma “Aştiya bê sînor” pêngavek da destpekirin û her roj çalakiyek pêk anîn. 
 
Di 29'ê Îlonê de Yekîtiya Jinên Suryan li Kuçeya Beşîriyeyê Mala Jinên Suryan vekir.
 
Di 30'yê  Îlonê de Yekitiya Jinên Suryan îro bi merasîmekê li taxa Beşîriyê ya bajarê Qamişloyê duyemîn şaxa mala jinan a Suryanan ‘Eşterot’ vekir.
 
Di 1ê Cotmehê de Meclisa Jinan a Sûriyê 42 civîn li bajarê Minbicê û gundewarên wê li dar xist.
 
Di 4-5'ê Cotmehê de Şervanên YPJ'ê li herêma Firatê û Kongreya Star salvegera 5'emîn a Şehîd Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê bi bîr anîn.
 
Di 12'ê Cotmehê de Çeteyên DAIŞ'ê, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi kemînekê kirin armanc û şehit ket. Saziyên li ser vê bûyera hovane daxuyaniyê şermazarkirinê dan. 
 
Di 16'ê Cotmehê de dema ku êrîşên dewleta tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ya ku tirkiye piştgiriyê didê, dewam dikirin Sekretera Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef hat qetilkirin. Piştî otopsiya Hevrîn Xelef ku li Nexweşxaneya Dêrikê ji aliyê Bijîşkê bi navê Tayceer al Makdesi hat kirin derket holê ku Hevrîn Xelef bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.
 
Di 23'yê Cotmehê de Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kongreya Star û fermandariya YPJ'ê êrişa çeteyan ya li ser bedena şervana YPJ'ê daxuyanî dan. 
 
Di 30'yê Cotmehê de bi sedan jinên bajarê Helebê li dijî êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.
 
Di 11'ê Mijdarê de Şandeyeke jinan a Başûrê Kurdistanê li hember êrîşên dewleta tirk û bi armanca yekitiya tevahiya jinan li Kurdistanê serdana herêmê kir. 
 
Di 22'yê Mijdarê de Bernameya 25’ê Mijdarê hate diyarkirin û çalakî bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin" hat lidarxistin. 
 
Di 23'yê Mijdarê de Komxebata Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi dirûşma "Bêdengiya we me dikuje" hate li darxistin.
 
Bi boneya 25`ê Mijdarê Koma Viyan Soran a girêdayî Kevana Zêrîn pêşkêşkirina berhemên xwe yên hunerî ji şano û govenda gelêrî li kantona Şehbayê didomîne.
 
Di 24-25'ê Mijdarê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemû bajaran çalakiyên 25'ê Mijdarê bir girseyî çêbûn.
 
Di 26'ê Mijdarê de Meclisa Kongreya Star a herêma Serêkaniyê bang li têkoşerên cîhanê kir ku yekitiya xwe ava bikin û hesab ji kesên sûcên şer li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne, bipirsin.
 
Di 27'ê Mijdarê de Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve zêdetirî hezar û 200 bûyerên tundiya li ser jinan belge kirin, ku bi destê artêşa dewleta tirk û komên girêdayî wê hatine kirin. 
 
Di 28'ê Mijdarê de Rêxistina Sara di dawiya pêngava xwe de, bang li rêxistinên mirovî yên cîhanê kir.
 
Di 30'yê Mijdarê û 2'yê Kanûnê de Hevjînên şehîdan têkildarî 25'ê Mijdarê de daxuyanîyek hevbeş dan û Saziya Malbata Şehidan a bajarên Til Temir, Dêrik, Til Hemîs, Qamişlo, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Reqa ve Dêrazorê li dijî dagirkeriye bang li jinên cîhanê kirin. 
 
Di 1'ê Kanûnê de Tevgera Kevana Zêrîn ji bo vejandina folklora kurdî, kampanyayek hunerî dest pê kir
 
Di 2-3'yê Kanûnê de bi armanca piştevaniya YPJ’ê, bi hezaran şêniyên herêmên Cizîr û Firatê meşên girseyî li dar xistin.
 
Di 7'ê Kanûnê de endamên jin yê partiyên siyasî li dijî êrîşên dewleta tirk daxuyaniyeke hewbeş dan.
 
Di 8'ê Kanûnê de Jinên Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê li ber avahiya Mala Êzidiyan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê li hev kom bûn û daxuyaniyek dan.
 
Di 9'ê Kanûnê de Meclisa Jinan a Sûriyeyê daxwaz ji rêxistin, deste û civaka navneteweyî kir ku dawî li bêdengiya xwe bînin û ji bo darizandina Erdogan hewil bidin.
 
Di 10'ê Kanûnê de ‘Rêxistina Sara bang li têkoşer û lêkolînerên azadî û wekheviyê li tevahî cîhanê û civaka navneteweyî kir ku erka xwe li beramberî sûcê ku ji aliyê komê girêdayî dewleta tirk ve li dijî Hevrîn Xelef pêk hat, pêk bîne û li hember bisekine.
 
Di 13'ê Kanûnê de rêxistin û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25'ê Mijdarê yên  jinên cîhanê silav kir û soz dan ku ewê xeta têkoşîna azadiya jinan mezin bikin.
 
Hunermend MizgînTahir a ku ji bo piştgiriyê hatiye Rojava li bajarê Qamişloyê konser da.
 
Di 16'ê Kanûnê de li Reqayê çalakiyên jinan ên li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê dewam dike.
 
Di 19'ê Kanûnê de Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê, girtina Mala Gel a taxa Zorava bi destê rejîma Sûriyeyê şermezar kir.
 
Di 21'ê Kanûnê de Meclisa Jinên Ciwan a bajarê Minbic û gundewarên wê semînerek bi mijara "Parastina hebûnê" li hola Meclisa Ciwanan li navenda bajêr organîze kir.