Panoramaya dawiya salê ya 2019'an a Rojava (10)

  • 09:12 29 Kanûn 2019
  • Dosya
'Rojnameger deng û rastiya civakê ne'
 
Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Rojnamegerên Ragihandina Azad ên ku di eniyên pêş di nava şer de cihê xwe girtin  û rastiya heyî ji cîhanê re radighandin gotin: "Rojnamegerên  ew mirovê xwedî wijdan e. Erkê me ye em rastiya şerê li hember gelê xwe û êşên  wan ji tevahî cîhanê re ragihînin. Em deng û rastiya civakê ne." 
 
Jinên ku bi salan di bin koletiya zihniyeta civaka desthilatdar de dijiyan û ji rakirina  pênûsê hatibû mehrûmkirin, di nava van 9 salên  şoreşê de di hemû qadê jiyanê de bi îradeya xwe bûn pêşengê şoreşê.  Jina rojnameger a ku li kêleka têkoşerên azadiyê bi kamereya xwe, rastiya kiryarên dewleta tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cîhanê re bi wêne, dîmen û gotinên xwe dide nîşandan, beşek girîng ji vê şoreşê ne. Têkildarî mijarê rojnegerên jin Ciwana Cuma û Sorgul Şêxo, yên ku di qadên şer de erk li ser milê xwe  hilgirtin û wek şopdarên heqîqetê tev digeriyan, di derbarê xebatê xwe yê şopandinê de dibêjin: "Em ê bi israr, wêne û dîmenên  xwe mafê gelê xwe biparêzin."  
 
'Jin pêşenga şoreşa xwe ye'
 
Rojnamegera Televizyona Stêrk TV'yê Ciwana Cûma ya ku ev sê salên wê ye di nava xebatê rojnemegeriyê de  dixebite, pêşketinên  jina rojnemeger di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de anî ziman û wiha got: "Xebatê ragihandinê ne berpirisyartiyeke hêsan e. Her kes nikare bike. Berê nedihat qebûlkirin  ku jin derkeve ser ekrana televiyonan, yan jî bibe kamerevan û biçe her deverên ku were xwestin. Lê di nava van 9 salê şoreşê de, jinê roleke girîn da meşandin, xwe di hemû qadên jiyanê de ji siyasî, leşkerî, aborî û çandî de, isbat kir û bû pêşenga şoreşa xwe." 
 
'Sekna rojnamegeran a di nava şer de, rihê welatparêziyê diyar dike'  
 
Ciwana di domandina gotinên xwe de  bal kişand ser rojnamegerên jin û wiha pê de çû: "Wek rojnemegereke jin min xwest pêşktineke cuda û roleke taybet di nava şer de bidim meşandin. Min cihê xwe di pêngava ‘Bagera Cizîrê’ qonaxa şerê Dêra Zorê ya têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê û şerê berxwedana rûmetê li dijî dagirekriya tirkiyeyê de girt. Ferq û cudahî di navbera şerê Bagera Cizîrê û berxwdana rûmetê de gelek heye, şerê ku li bajarê Girê Sipî û Serêkaniyê diqewimiya pir dijwar bû, ji ber  hovîtiya dewleta tirk bi top û teyareyan tiştekî li pêşiya xwe nabînin. Sekina me wek rojnameger di pêngava berxwedana rûmetê de,  hem  rojnamegertî bû û  hem jî leşkerî bû, ev sekin rihê welatparêziyê diyar dike. Dema ku me bi kamereya xwe dîmenekî zarokan jî dayikekê jî dikşand, ku ji ber tang û topên balafirên dewlet tirk dikirin qêrîn, hestên me jî bi êş bûn. Ji şopandina rastiyê zêdetir me moralê gelê xwe bilin dikir û em dibûn şopdarên heqîqetê."
 
'Di şer de mirov rastî her tiştî tê'
 
Ciwana bal kişand ser zehmetiyên ku rojnameger di nava şer de dijî: "Rojnamegerên  ku qet neketibin nava şer de û neşopandibin, yekemîn car jê re gelek zehmet e. Rojnemegerên ku biçe şer bişopîne, divê her tiştî bide ber çavê xwe û tirsê deyine alîyekî. Divê xwedî taybetmendiyek cuda be. Di şer de mirov rastî her tiştî tê. Divê heta ji dest bê rojnameger bi bandor nebin. Her çiqas zehmetî hebin jî ya girîng mirov li gor baweriya civaka xwe tev bigere." 
 
'Soza me şopandina heqîqetê ye'
 
Ciwana di dawiyê de hevalên xwe yên ku di şopa rastiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi dehan hevalên me yên rojnemevan di nava şer de hatin hedefgirtin û jiyana xwe ji bo ragihandina rastiyê ji dest dan. Em jî wek rojnemevan soz didin hevalên xwe yên ku li hember hovîtiya dijmin bi kamereya xwe şer dikirin. Em ê şopandina riya wan bin û pênûsa wan li erdê nehêlin." 
 
'Jinên rojnemevan li hember zihnîyeta civakê têkoşîneke xurt dikin'
 
Nûçegihana ajansa JINNEWS'ê Sorgul Şêxo, ev 5 sal in di nava xebatên rojnemegeriya jinê de cih digirê û weke rojnemevana êniyên pêş yên şer tê naskirin, li ser erk û xebatê xwe wiha dibêjê: "Naskirina me ji hişmendiya civaka me re, hişt ku em di nava şerê herî zehmet de têkoşîn bikin. Ew jî destpêkê şerê hişmendiyê bû. Weke jinên şoreşê me xwest, em jî bi rengê xwe bibin aliyekî ji derxistina pêş a vîn û îradeya jinan. Di navbera salên şoreşê de em bûn deng û rengê jinên ku rastî koletî û zilmê tên. Di nava vê pêvajoya dijwar de, jinên rojnamevan li hember zihnîyeta civakê têkoşîneke xurt dikin. Ji bo wê berî em şerê çekdarî bişopînin, destpêkê me şerê zihnîyetê şopandin."    
 
'Exlaqê rast esasê şopandina rastiyê ye'
 
Sorgulê di nava nirxandinên xwe de balê dikşîne ser exlaqê rojnamegeriya rast a ku îro rastiya wê di rojnamegeriya cîhanê de kêm bûye û wiha dom kir: "Gelek rojnamegerên ku ji welatên cîhanê berê xwe didan herêmên me, rastiya heyî ne wekî ku dihate xwestin radigandin. Li ser erdê bûyerên ne normal diqewimîn, caran di bîra mirovan re jî derbas dibe, hestên cuda mirov dijî. Hestên êş, kelecan, kêfxweşî, xemgînî û ya herî girîng hestên azadiyê. Ji bo rojnamegerî berî her tiştî exlaqê rast jê re divê, da ku rastî were ragihandin."
 
'Têkoşer bi çeka xwe û rojnamevan bi kamereya xwe  li kêleka hev şer dikin'
 
Sorgulê di domandina gotinên xwe de ferq û cudahiya rojnamegeriya di nava civakê de û şer de anî ziman û wiha got: "Rojnamevan di nava civakê de avakirinê bi xwe re tînin û di nava şer de rastiyê derdixin holê. Şopandinên di nava civakê de hêsantir e, ji ber di şer de kêmderfet pir hene. Caran bi zehmetî em digihêjin êniyên şer, da ku em dîmenekî bikşînin û caran jî derftên teknîkê têrê nakin. Lê armanca ku em datînin ber çavê xwe ew e ku divê civaka me bi rastiyê agahdar be. Rojnemeger  mirovên xwedî wijdan in û mafdar in ku rastiya li ser erdê çêdibe ragihînin. Têkoşer bi çeka xwe û rojnemvan bi kamereya xwe  li kêleka hev şer dikin."  
 
'Hevalên rêk û doza rastiyê ji bîr nabin'
 
Sorgulê wiha bi dawî kir: "Ez di gelek pêngavên şer de mame. Ji  pêngava Minbicê heta berxwedana rûmetê, di nava şer de min gelek hevalên xwe, mîna Seed, Rizgar, Dilîşan, Mistefa û Mihmed winda kirin. Ew mirovên ku deqeyekê  ji şopandina heqîqetê nerawestiyane, hestên min têrî gotinan li ser wan nake. Hevalên rêk û doza rastiyê ji bîr nabin. Ez ê jî heta dawiyê şopdarê rêya hevalên xwe bim."