Panoramaya dawiya salê ya 2019'an a Rojava (9)

  • 09:20 28 Kanûn 2019
  • Dosya
'Rojnemeger sembola heqîqetê ne' 
 
Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Ragihandina Azad, Stêrk Gulo, derbarê rola rojnemegerên azad a di nava şer de û hedefgitina wan, nirxand û got: "Li hember hovîtiya dewleta tirk, ragihandina azad xwedî rastiyek ber bi çav bû. Rojnamegeran wehşeta dewleta tirk a di hundirê herêmên ku dagir dikir de ji tevahî cîhanê re parve dikir. Loma rojnemeger sembola heqîqetê ne." 
 
Dema ku şer li welatan  dest pê dike, her qadên civakê dikevin nava tevgerê. Qada ragihandinê jî yek ji qadên ku roleke girîng dikeve ser milê wê ye, da ku rastiya  heyî ji tevahî cîhanê re parve bike. Bi dîmen, wêne û gotinekê rojnameger dikare rewşê bide guherandin. Di nava şer de, tevî zagonên navneteweyî yên ku rojnamegeran diparêzên, dîsa jî rojnameger rastî hovîtiyeke mezin tên û canê xwe di oxira ragihandina rastî û heqîqetê de feda dikin. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Ragihandina Azad Stêrk Gulo, li ser rola rojnemegeran a di ragihandina rastiyê de û hedefgirtina wan, nirxandinên girîng bi ji ajansa me re parve kir.  
 
'Rojnamegeriya azad, di ragihandina rastiyê de xwedî roleke girîng bû' 
 
Stêrkê wiha dest bi nirxandinên xwe kir: "Di nava şer de ragihandin rola wê pir girîng e. Ragihandin bandorek mezin li ser gel dike. Beriya ku dewleta tirk dest bi êrîşên xwe bike, di aliyê ragihandinê de şerekî derûnî da meşandin. Hemleya ku di aliyê ragihandinê de dest pê kir ji yê leşkerî girîngtir bû. Di nava hemleya ragihandina xwe de dixwestin êrîşên  xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewa bikin. Li hember hovîtiya dewleta tirk, ragihandina azad xwedî rastiyek ber bi çav bû. Rojnamegeran wehşeta dewleta tirk a di hundirê herêmên ku dagir dike de ji tevahî cîhanê re parve dikir."   
 
'Rojnamegerên ku hovîtiya dewlet tirk radigihînin, dibin hedefa êrîşan'
 
Stêrkê di dewamiya gotinên xwe de kiryarên dewleta tirk ên di derheqê gelê sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de anî ziman û wiha domand: "Dewleta tirk bi balafirên xwe gelê sivîl topbaran dike û heta vê deqeyê topbaran li ser bajarên herêma Cizîrê tê kirin. Xeta Zirganê heta rêka  dualî di nava xeteriyê de ye. Rojnamegerên ku di çeperên şer de rastiya hovîtiya dewleta tirk dişopînin, dibin hedefa êrîşan, da ku raya giştî û cîhanê kiryarên wê yên hovana nebînin." 
 
'Gelê herêmê rûmeta xwe parastin'
 
Stêrkê bal kişand ser  berxwedana Gelê Kurd û piştevaniya wan ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re û wiha got: "Gelê herêmê  berxwedaneke bê hempa li hember topbarana dewleta tirk a ku endamê NATO'yê ye, da meşandin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bû ku di bajarên xwe li kêleka şervanên xwe yên ku ji bo wan şer dikirin, bimînin û li ber xwe bidin. Di oxira şerê ku di herêmê hat  kirin, gelek sivîlî jiyana xwe ji dest dan. Lê gelê herêmê li hember tirkiyeyê serî netewandin û rûmeta xwe parastin." 
 
'Êrîşa dewleta tirk ne êrîşeke rewa ye, ev êrîşa qirkirinê û dagirkeriyê ye'
 
Stêrkê hedefgirtina dewleta tirk a Rojnamegerên Ragihandina Azad re anî ziman û wiha dewam kir: "Dema ku şer dijwar bû, gelê herêmê weke piştevaniya şervana berê xwe dan bajarê Serêkaniyê. Di encamê de dewleta tirk sivîl ji xwe re kir hedef û di nav de jî hêjmarek rojnameger birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Rojnamegerên ku di hemû çarçoveyan de rastiya gel û şervanan dişopandin, bi wehşeteke hov û kîneke mezin bûn hedef. Di oxira ragihandina rastiyê de 4 hevalên me yên rojnameger Seed Mihemed, Mihemed Reşo, Dilovan Gever û Wedat Erdemci di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dan û 7 rojnemeger birîndar bûn. Êrîşa dewleta tirk ne êrîşeke rewa ye. Ev êrîşa qirkirinê û dagirkeriyê ye."
 
'Rojnameger sembola heqîqetê ne' 
 
Stêrkê rojnameger Dilovan Gever û hemû rojnamegerên ku di rêya rastiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr xistin û wiha dawî li axaftinê xwe anî: "Gelek rojnemegerên me di oxira rastiyê de canê feda kirin û bûn sembola heqîqetê. Bi sedan hevalên wan yên rojnameger soza şopandina rêya wan dan û rastiya ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, bi cîhanê re par ve dikin, bê ku sînoran nas bikin. Rehetiyê nadin canê xwe, da ku deqe bi deqe bûyerê bişopînin. Rojnamegerên jin xwestin ku bi rola xwe, xwe bikin mertalê vê rastiyê,  ji ber ku xwedî wijdan in û nahêlin mafê gelê wan, were çewisandin û xwedî li îrade û tekoşîna gelê xwe derdikevin."