Ber bi 2020’an: Jin îsal jî rastî şîdeta aborî hatin

  • 09:12 28 Kanûn 2019
  • Dosya
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Krîza aborî ya ku her diçe kûr dibe û bixwe re pisgirêkan dertîne holê, rê li ber întîxaran vekir û her wiha jina avêt derveyê jiyana xebatê. Nûnera Aliyê Anatolyayê ya DEV-TESKTÎL’ê Gulnur Ertaş da zanîn ku krîza aboarî şîdeta li ser jinê zêde kiriye. 
 
Li gorî Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) rêjeya betaliyê ya meha îlona 2019’an ku di 16’ê kanûnê de hat aşkerkirin, li Tirkiyeyê hejmara betalan li gorî meha îlona 2018’an 817 hezar kes zêde bûye û ev gihiştiye 4 mîlyon û 566 hezar kesî.
 
Li gorî TUÎK’ê hejmara kesên hatine îstîhdamkirin di meha îlona 2019’an de li gorî sala beriya vê ya heman mehê 623 hezar kes kêm bûye û bûye 28 mîlyon û 440 hezar kesî. Rêjeya îstîhdamê jî 1,7 puan ket û bû ji sedî 46,1. Hejmara kesên di sektora çandiniyê de dixebitin 108 hezar, hejmara kesên di sektora çandiniyê ya derve de dixebitin 516 hezar kêm bû.
 
Tevlîbûna hêza kar ket
 
Pêvajoya îlona 2019’an, li gorî îlona sala beriya vê hejmara kesên tevlî hêza kar bûye ketiye. Di îlona 2019’an de hejmara kesên ku ne girêdayê saziyeke ewlehiya civakî bixebitin li gorî sala din 2,2 puan ket û bû ji sedî 36. Di sektora çandiniyê de hejmar kesên derveyê qeydê dixebitin jî li gorî sala beriya vê 1,6 puan zêde bûye û bûye ji sedî 23,6.
 
Hejmara ciwanên betal rekor şikand
 
Li gorî daxuyaniya Platforma Ciwanên Betal ya di 15’ê mijdarê de hat aşkerakirin ev agahî cih girtin: “Hejmara ciwanên betal yên di navbera temenê 15-34’an derketiye 2 mîlyon 801 hezarî û rekora dîroka komarê şikandiye.”
 
Li gorî rapora Navenda Lêkolîna Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK-AR) betaliyê herî zê de bandor li ciwan û jinên ciwan kiriye. Betaliya ciwanan di tîrmeha 2018’an de ji sedî 20,1 bû û di 2019’an de jî 7,2 puan zêde bû û bû ji sedî 27,3. Her wiha hejmara betaliya jinên ciwan li gorî tîrmeha 2018’an ji sedî 8,9 puan zêde bû û ji sedî 32,3’an derket ji sedî 41,2’an.
 
Rê li ber întîxaran vekir
 
Krîza aborî ya ku her diçe giran dibe rê li ber întîxarên komî jî vekir. Li navçeya Fatîh a Stenbolê li taxa Molla Guranî, li malekê du keç û du kur, ku xwişk û birayên hev bûn ji ber krîza aborî 6’ê mijdarê de întîxar kirin. Heftyek şûnde jî li Antalyayê Selîm Şîmşek, ewil hevjîna xwe Sultan Şîmşek û piştre jî zarokên xwe Ceren û Alî Çinar qetil kir. Selîm di nameya xwe de diyar kiribû ku ji ber krîzê dawî li jiyana xwe aniye.
 
Di 15’ê mijdarê karsaz Bahattîn Delen û hevjîna wî Zubeyde Delen bi kurê xwe yê 7 salî Alî re li mala xwe ya Bakirkoya Stenbolê mirî hatin dîtin. Dozgeriyê diyar kir ku bi sîyanurê xwe jehrî kirine û întîxar kirine.
 
Nûnera Aliyê Anatolyayê ya DEV-TESKTÎL’ê Gulnur Ertaş diyar kir ku krîza aboarî di 2018’an de belav bûye û di 2019’an jî girantir bûye û got: “Di 2019’an de gelek kes ji kar hatin avêtin û krîza aborî giran bû. Kapîtalîzm nikare krîzê bi rêve bibe. Di navbera welatan de pevçûn û nîqaş tên jiyîn. Hilberîn kêm dibe û ev jî bandorê li ser kakeran dike û karker betal dimînin. 
 
‘Ber bi întîxarê ve dibe’
 
Gulnurê balkişand ser zêdebûn întîxarên hatine jiyîn û got krîza aborî mirovan bêçare dihêle û wiha pê de çû: “Mirov ji xwe re rê nabînin. Ji ber vê serî li întîxarê didin. Li Tirkiyeyê asta rêxistinbûnê her diçe kêm dibe. Krîza aborî ya tê jiyîn psîkolojiya malbatan jî xera dike. Rê li ber şîdeta nav malê vedike. Roj bi roj pirsgirêk zêdetir dibin. Ev jî şîdeta li ser jinê zêde dike. Heta ku em alternatîfan ava nekin em ê pirsgirêkan bijîn. Di rojên borî de di qada cemawerî de peymanên komî pêk hatin. Di qada tekstîlê de peymanên komî çêbûn. Dema em li jimaran dinêrin ji sedî 11’yî derbas nake.”
 
‘Jin di plana dawî de ne’
 
Gulnurê balkişand ser tevlîbûna jinan a pêvajoya hilberînê û got jin di hilberînê de di plana duyemîn de tên dîtin û got di pêvajoyên krîzê de yên ku ewil ji kar tên avêtin jin in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêvajoyên wisa de jin zêdetir li kar digerin. Cihê ku zarokên xwe danîn tune ne û li kar digerin. Di demên dawî de jin zêdetir diçin karên paqijiya malan. Ev kar bê ewlehî ne. Qezayên kar li wir zêde tên jiyîn. Lê hesabê vê ji kê bipirsin nizanin. Di jiyaneke ku siberoja wê tune de ne. Di qada tesktîlê de jî xebata bêewle heye. Li Tirkiyeyê hejmara karkerên jin ji sedî 10 e. Ev hejmar gelek kêm e. Daxwazên me jinan heqedestê wekhev e.”
 
Sibê: Berbi 2020’an:Di karneya xwezayê ya AKP’ê de dîsa talan û taybetkirin hebû