Ber bi 2020’an: Di salekê de dozên jinan ên derketin pêş û helwesta darazê

  • 09:12 27 Kanûn 2019
  • Dosya
Habîbe Eren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di sala ku me li pey xwe hiştiye de, dîsa di dozên kuştinên jinan û êrîşên zayendî de ji bo mêran ji rewşa baş ceza hatin daxistin. Li dadgehan helwestan mêran û zîhniyeta serdest ya darazê polîtîka bêcezabûnê zêde kir.
 
Li gorî daneyên Platfroma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di 11 mehên ewil yê 2019’an de herî kêm 430 hatine qetilkirin. Jin ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin qetilkirin û piraniya wan tevî serlêdana parastinê kirin jî nehatin parastin. Her wiha mekanîzma darazê jî bi polîtîka bêcezabûnê ji rewşa baş cezayên mêran daxistin û ew parastin. Me nûçeyên salekê yên der barê kuştinên jinan, daxistina cezayan û helwesta darazê de kom kirin.
 
Doza Nevîn Yildirim
 
Li gundê Korukaya a Yalvaç a Ispartayê Nevîn Yildirim di 28’ê tebaxa 2012’an de li hember NurettÎn Gîder yê ku li hember wê êrîşa zayendî a sîstematîk pêk anî, parastina cewherî pêk anî û kuşt. Ji bo Nevînê ceza ji rewşa baş nehat daxistin û di 2015’an cezayê muebetê lê hat birîn. Dosya birin Dadgeriyê û vê carê jî Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê dosya şand Yekemîn Daîreya Cezaya a Dadgeriyê. Li wir di 17’ê gulanê de cezayê muebetê li Nevînê hat birîn.
 
Doza Şule Çet
 
Xwendekara Zanîngeha Gazî a Enqereyê Şule Çet di 29’ê gulana 2018’an de rastî îstîsmara zayendî hat û ji katê 20’an a plazayê de hat avêtin û qetilkirin. Heyeta dadgehê di runiştina biryarê ya li 33’emîn Dadgeha Cezaya Giran hat dîtin de li gumanbar Çagatay Aksu cezayê muebetê û li Berk Akans jî 21 sal ceza birî.
 
Doza Emîne Bulut
 
Li Kirikkaleyê di 18’ê tebaxê de Emîne Bulut li ber çavê zaroka wê ya 10 salî bi kêrê hat hat qetilkirin. Kujerê wê Fedaî Varan bi daxwaza cezayê muebeta giran hat darizandin. Beyî ceza bê daxistin cezayê muebetê li Fedaî Varan hat birîn.
 
Doza Ceren Damar
 
Akademîseyn Ceren Damar Şenel li Enqereyê ji aliyê Hasan Îsmaîl Hikmet ve hat qetikirin û rûniştina duyemîn a di 29’ê mijdarê de li 33’emîn Dadgeha Cezay aGiran a Enqereyê hat dîtin, taloqî 24’ê çileyê 2020’an hat kirin.
 
Doza Muzeyyen Boylu
 
Li Amedê parêzer Muzeyyen Boylu di 19’ê gulanê de ji aliyê hevjînê wê Mesut Issi ve hat qetilkirin. Yekemîn rûniştina wê li 7’emîn Dadgeha Cezay aGiran a Amedê hat dîtin. Di runiştinê de ya herî zêde baldikişand ev bû ku gumanbar bi parêzerê xwe re bi awayekî gelek rehet kest salonê û heyeta dadgehê gotibû ‘Mesut beg, tu bi xêr hatî’. Helwesta dadgehê jî ji niha de nîşan dida ku wê ev mêr bê xelatkirin.
 
Doza Dondu Şengul
 
Jina bi navê Dondu Şengul der barê Şukru Şengul de bi hinceta zaroka wê ya 8 salî îstîsmar kiriye serlêdana sûc kiribû. Dondu doza destberdanê li Şukru vekir û di 18’ê sibata 2018’an de hat qetilkirin. Di rûniştina duyemîn a dozê de ku li 5’emîn dadgeha cezaya giran a Enqereyê hat dîtin de Şukru Şengul xwe paras û daxwaz kir ku bê berdan. Doza Şukru taloqî 15’ê çile hat kirin.
 
Doza Habîbe Çevîk û Fatma Akta
 
Habîbe Çevîk ji ber şîdeta mêrê ku dest jê berdabû Goksel Saglam li stargeha li Denîzliyê dima. Habîbe ku ji bo zarokên xwe bibîne û çû Îzmîrê bi xwişka xwe re ji aliyê Goksel Saglam ve hat qetilkirin. Yekemîn rûniştina dozê li 2’yemîn Daddgeha Cezaya Karşiyakayê hat dîtin û rûniştin taloqî 16’ê çileyê 2020’an hat kirin.
 
Doza Ç.B
 
Pewyirdarê Hîndekariyê yê li Fakulteya Veterîneriyê ya Zanîngeha Enqereyê, Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî di 3’yê Nîsana 2018’an de li hember hekîma veterîner Ç.B ya li nexweşxana sewalan a VCOM ligel wî dixebitî îstîsmara zayendî pêk anî, piştî 45 roj girtinê hat tahliyekirin.
 
Doza Ceren Ozdemîr
 
Xwendekara pola sêyemîn a Fakulteya Hunerên Sahneyê û Muzîkê di 3’yê kanûnê de ji aliyê gumanbarê bi navê Ozgur Arduç ku ji girtîgehê fîrar kiribû ve hat qetilkirin. Gumanbar Ozgur Arduç di îfadeya xwe de gotibû ‘Min çek bidîta minê gelek kes bikuşta’. Di 23’ê kanûnê de yekemîn rûniştina dozê li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Orduyê hat dîtin. Dadgehê bi armanca tespîta tenduristiya rihê Ozgur Arduç seqî Saziya Tipa Edlî kir. Li ser vê gumanbar sewqî Nexweşxaneya Nexweşiyên Sînîr û Rih a Elezîzê hat kirin û der barê wî de ‘tenduristiya rihê wî di cih de ye’ rapor hat dayîn. Rûniştina din di 20’ê çile de wê bê dîtin.
 
Doza Fatma Şengul
 
Li taxa Gulensu a Maltepeyê ya Stenbolê di 30’ê adara 2019’an de, mêrê bi navê Zeynel Akbaş, jina bi navê Fatma Şengul ya li kargeriya wî dixebitî qetil kir. Rûniştina dozê di 28’ê cotmehê de li 4’emîn Dadgeha Giran a Kartalê ya Edliyeya Anadolu hat dîtin. Dozgerê mutalaya xwe da diyar kir ku divê gumanbar ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ bê darizandin. Di rûniştina duyemîn a dozê de heyeta dadgehê ji qestî kes kuştin, ceza neda û ji daxistina tahrîkê 18 sal ceza da.
 
Doza Guleda Cankel
 
Xwendekara zanîngehê Guleda Cankel li Ispartayê ji aliyê Zefer Pehlîvan ve hat qetilkirin û îdianameya der barê Zafer Pehlîvan de hat amadekirin hat qebûlkirin û darizandina wî di 20’ê sibatê de dest pê dike.
 
Sibê: Berbi 2020’an: Jin îsal jî rastî şîdeta zayendî hatin