Panoramaya dawiya salê ya 2019'an a Rojava (5)

  • 09:14 24 Kanûn 2019
  • Dosya
'Kevana Zêrîn parêzvanê çanda jinê û bedewiya xemla wê ye'
 
Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Tevgera  Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Beraa Ferec, derbarê xebatên salekê  yên hunera jinê û rola wê ya di nava pêvajoyên heyî de, nirxandinên girîng kir û got: "Rêxistina jinê Kevana Zêrîn bi vîneke xurt çanda jinê parast, xemla jinê û bedewiya wê bi rastiya wê ji civakê re nîşan da. Awazên jinê agirê şoreşê geş kir."  
 
Rêxistina jinê Tevgera Kevana Zêrîn di nava salekê de xebatekên têr û tije kir. Kevana Zêrîn di nava salên şoreşê de bi xweserbûna xwe dikarîbû çanda jinê û hûnerê wê bi rengê jinê bide nîşandan. Di çarçoveya xebatên salekê yên Tevgera Kevana Zêrîn de Endama Rêveberiya Tevgera  Kevana Zêrîn ya çand û hunerê ya Herêma Cizîrê Beraa Ferec,  nirxandin kir.
 
'Kevana Zêrîn xweşikbûna jinê û bedewiya di nava çandê ye'
 
Beraa li ser xebatên salekê yên Tevgera Kevan Zêrîn wiha nirxand:"Jin bi çanda xwe û bi dengê xwe di nava xebatên Kevana Zêrîn de cihê xwe digire. Bi awayekî xwezayî jin xwe di nava xebatan de pêş dixe. Di 8'ê Adarê û di Newrozê de me xebatên baş kirin. Li ser hemû beşên çandê yên wekî govend muzik şano me endamên xwe perwerde kirin. Em dikarin bêjin her kes ji xebatên ku me di nava 8'ê adarê û Newrozê de kir, razî bûn. Em beşdarî Mîhrîcana Komeleya Jinê bûn. Me bi govend, şano û muzîka xwe piştgirî da mîhrîcanê. Di 27'ê Adarê de mîhrîcana şano hat lidarxistin. Lîstikvanên jin bi lîstikên xwe derketin pêşberî temaşevanan. Her wekî din li herêmên Cizîrê, Kobanê û Şehbayê meş ji bo piştgiriya YPJ/YPG'ê û QSD’ê  hatin lidarxistin. Jinên Kevana Zêrîn bi cil û bergên xwe û xemla xwe ya foklorî, tevlî bûn. Ji bo hemleyên rakirina tundiya li ser jinan, bi Rêxistina Sara re em bûn alîkar û me bi hev re xebatekên girîng da meşandin.  Kevana Zêrîn xweşikbûna jinê û bedewiya di nava çandê de ye." 
 
'Berhemên Kevana Zêrîn asta girêdan û hezkirinê ya bi çandê dide nîşandan'
 
Beraa di nava nirxandinên xwe de xebatên  rêzeçalakiyên xwe yên bi rêxistina Kongreya Star re anî ziman û wiha got: "Bi rêxistina Kongreya Star re me xebatek girîng da meşandin. Hemleya Kongreya Star a  bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe" bi beşdarbûneke xurt em tevlî bûn û di nav de jî em weke jin tevlî hemû çalakiyên wê bûn. Konên çalakiyan yên bi armanca şermezarkirina gef û êrîşên dewleta tirk hatibû vedan, em bi hunera xwe tevlî bûn û her roj bi stranên şoreşgerî me moralê gel bilind dikir. Di 1'ê Îlonê de me mîhrîcana zarokan li dar xist û di nav de zarokan jî hunera xwe pêşkêş kirin, da ku em asta pêşketinên zarokan û girêdana wan bi çandê re qayim bikin û bidin nîşandan. Berhemên hunerî yên Tevgera Kevana Zêrîn asta girêdan û hezkirinê ji çandê nîşan da."
 
'Di nava şert û mercên zehmet de kedeke mezin hat dayin'
 
Beraa bal kişand ser  karên Kevana Zêrîn ên Kantona Şehbayê û wiha got:  "Kevana Zêrîn di kantona Şehbayê de tevî zor û zehmetiyan  kedeke mezin da . Kilîpa 'Jin jiyan e' ji aliyê koma şehîd Berçem a Kantona Şehbayê ve hat çêkirin. Ji bo xebatên zarokan jî, mîhrîcanek hat lidarxistin. Zarokan  tabloyeke wêneyan a 500 metro bi şaxên zeytûnan xêz kirin. Zarokan fikirê xwe ji bo rizgarkirina Efîrnê û vegerê  di nav de nîşan dan. Şevbihêrkek ji bo dayikên ku Rêber Apo dîtine hat lidarixstin. Em dikarin bêjin meşandina xebatên wiha, ji hemû rengên desthilatdariyê re bû bersiv."
 
'Me bi awazên xwe agirê şoreşa rûmetê geş kir'
 
Baraa di dewamiya axaftina xwe de wiha got: "Piştî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmê, ku di encamên wê de bi hezaran kes ji  ser axa xwe koç bûn, me ji bo wan şevên hunerê li dar xist. Endamên jin ên Tevgera Kevana Zêrîn bi awazên xwe agirê şoreşa rûmetê geş kirin."    
 
'Jinan bi vîneke xurt çanda xwe parastin'
 
Beraa di dawiya gotinên xwe de behsa rola komên jinê yên xweser kir û wiha got: "Endamên jin ên Kevana Zêrîn xwedî rihekî zindî û vîneke xurt in. Di nava salên şoreşê de van jinan dikarîbûn bi vîneke xurt çanda xwe biparêzin û rengê çanda jinê bi rastî û bedewiya xwe bidin nîşandan."