Li Wanê şahiya zarokan bi dawî bû

  • 16:52 28 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Şahiya zarokan a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Aryen Hûner û ŞanoWan ve hat organîzekirin, di roja duyemîn de bi çalakiyan bi dawî bû. 
 
Şahiya zarokan a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Aryen Hûner û ŞanoWan ve hat organîzekirin, di roja xwe ya duyemîn de li Parka Çandê ya Ataturkê (Qada Newrozê) berdewam kir. Di şahiyê de gelek çalakî ji bo zarokan hatin lidarxistin. 
 
Çalakî ji aliyê malbatan ve rastî eleqeyeke mezin hat. Dema zarokên beşdarî çalakiyê bûn bi yek dengî stran gotin, wêneyên rengîn derketin holê. 
 
Çalakî piştî xêzkirina wêneyan bi dawî bû.