Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya 'Deng bide azadiyê'

  • 16:03 28 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Xizmên girtiyan ên li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di çalakiya "Deng bide azadiyê" hatin cem hev, diyar kirin ku heta zext, tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin dê çalakiyên xwe li her qadê bidomînin. 
 
Di çarçoveya çalakiya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî"  ji aliyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY -DER)  û xizmên girtiyan ve li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya "Deng bide azadiyê" hat lidarxistin.  Dayikên Aştiyê, rêveberên bajar û navçeyên Stenbolê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn û pankarta "Ji bo şikandina tecrîdê û ji bo aştiya civakî  deng bide azadiyê" hat vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Gelê Kurd serî natewîne", "Silav silav ji hevalên di zindanê de berxwe didin", "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.
 
'Çalakiyên me wê bidomin'
 
Hevserokê MATUHAY-DER'ê Mehmet Şafî Erol li vir axaftinek kurt kir û diyar kir ku heta binpêkirinên mafên girtiyên siyasî yên li girtîgehan bi dawî bibin dê çalakiyên xwe bidomînin. Mehmet Şafî got, “Ji ber tecrîd û zextên giran ên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, em her hefte li ber Girtîgeha Bakirkoyê daxuyaniya çapemeniyê didin. Em ê teqez van binpêkirinên mafan ên li girtîgehan qebûl nekin. Ji ber vê yekê heta tecrîd û binpêkirinên mafan bi dawî bibin dê çalakiyên me bidomin.  Pêwiste gelê me dengê me bibihîze."
 
Piştî daxuyaniyê li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê destpê kir. Piştre çalakî bi çepikan bi dawî bû.