Selîn Top: Bi tililiyên xwe em ê têkoşîna jinan xurt bikin

  • 09:02 28 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Femînîst Selîn Top ku çû Kurdistanê û bi tevgera jinan re gelek serdan pêk anî, da zanîn ku wê di pêvajoya pêş de bi ‘jin jiyan azadî’ li bajaran têkoşîna jinan xurt bikin.
 
Têkoşîna jinan a li dijî êrîşên desthilatdariyê yên li hember jin û gelê Kurd didome. Piştî qeyûm tayînê şaredariya îradeya Colemêrgê bû şûnde, Komeke Femînîst, çûn Amed, Êlih, Colemêrg û Wanê, serdana jinên Kurd kirin. Piştî serdanan rapora çavdêriyê ya der barê Kurdistanê de hat weşandin. Jinên femînîst ji nû ve biryara xeta têkoşîna hevpar a bi tevgera jinên kurd re da û piştî serdanan pêvajoya pêş de wê bi jinan re têkoşîn û nexşerêya xwe xurt bikin.
 
Selîn Top a di nav Komek Femînîst de cih digirt der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Nexşerêya têkoşîna hevpar!
 
Selîn Top da zanîn ku piştî hilbijartinan çûne Kurdistanê serdan pêk anîne û wiha got: “Me bi hevşaredaran re hevdîtin kir. Em çûn Amed, Êlih, Wan û Colemêrgê. Me di serdanê de têkoşîna hevpar girt dest.Bi salan bû hevkariya me bi tevgera jinên Kurd re hebû. Li dijî pergalak kapîtalîst ku vê pêvajoyê faşîzm derketiye asta herî jor, wê jin di xeta têkoşîna hevpar de bên gel hev."
 
‘AKP bi siyaseta dijminê jinê pêşve diçe’
 
Selînê bi lêv kir ku xizaniya jinê her diçe zêde dibe û wiha anî ziman: “Di vê pêvajoya êrîşên li hember jinan û LGBTÎ’yan evqas zêde bûye de bi pirsa divê xeta me ya têkoşînê çawa be em ketin rê.Polîtîkayên qeyûm bandor li ser jiyana gel kiriye. Em li kolanê li her derê bandora vê polîtîkayê dibînin. Mekanîzmayê pêşî li tundiya li ser jinê bigirin tunebûn. Ji bo vê me got em çi bikin.AKP dixwaze bi siyaseta jinê xwe bimeşîne.”
 
Jin jiyan azadî!
 
Selînê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Me di serdana xwe de dît ku qeyûm alavek çawa ye. Deshilatdarî hewl dide pêşî li me bigire. Lê em xwe bi têkoşîna hevpar dimeşînin. Li dijî vê tundiyê hewcedariya me bi yekitiyê heye. Divê bi tevgera jinên Kurd re ji her demê zêdetir hevgirtin hebe. Emê dem apêş de bi jin jiyan azadî têkoşîna xwe xurt bikin û bidomînin.”