Di mîhrîcana Munzurê de coşa şahiya jinan

  • 20:22 27 Tîrmeh 2024
  • Çand û Huner
DÊRSIM - Platforma Jinan a Dêrsîmê çarçoveya mîhrîcanê de şahî pêk anî. Peyamên  Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û dayika Gulîstan Doku, Bediye Doku hatin xwendin.
 
Mihrîcana 22’yemîn a bi dirûşma “Em ê destûr nedin xweza û îradeya me were xespkirin” tê lidarxistin, bi şahiya ku Platforma Jinan a Dêrsîmê pêk anî berdewam kir. siyasetmedar Sebahat Tuncel, parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu, hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li qada Seyît Riza hatin gel hev. Jinan stranên Kurdî gotin û govend gerandin.
 
Peyamên  Peyamên  Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û dayika Gulîstan Doku, Bediye Doku hatin xwendin û her wiha daxwazên Emîne Şenyaşar hatin ziman.Jin berbi Kolana Hunerê bi dirûşmeyan derbasî meşê bûn. Jinên gihiştin kolana hunerê govend gerandin.
 
Dayikên Şemiyê di peyama ku şandin de diyar kirin ku wê destur nedin xespkirina azadiyan û gotin wê têkoşîna xwe ya edeletê bidomînin.
Piştre peyama Dayikên Aştiyê hat xwendin. Di peyama  dayikên aştiyê de hat diyar kirin ku cihê ku aştiyê lê bixwazinnemaye û got ew li dijî şerin û tu kes, tu dayik vî şerî heq nakin.
 
‘Em ê her tim bêjin Gulîstan Doku li ku derê ye’
 
Dayika Gulîstanê Bedriye Doku jî di peyama xwe de wiha got: “4 sale keça min tuneye. Ez roj bi roj hêza xwe winda dikim. Ezê her tim aqûbeta keça xwe bipirsim. Ez dayikim. Em hemû dayikin. Bila kes vê êşê nejî.”
 
Piştî peyamên hatin xwendin, navê girtiyên jin yên nexweş hatin xwendin. Bername bi muzîkê bidawî bû.
 
Roja sêyem a mîhrîcanê bi konser û belgefîlm wê bidawî be.