Goristana Ermeniyan di hedefa zêrîngeran de ye

  • 09:03 24 Hezîran 2024
  • Rojane
 
ERZIROM - Li gundê Velîbaba ya Xoresanê goristana aydê Ermeniyan di hedefa zêrîngeran de ye.
 
Di 24’ê Nîsana 1915’an de  Ji aliyê rêxistina Teşkîlat-i Mahsusa ya Cemaata Îttîhat û Terakkî ve, 250 siğyasetmedar û ermenî bi zor ji malên xwe hatin girtin, surgunkirin û qetilkirin. Ev dîrok wek roja destpêka qirkirina Ermeniyan tê zanîn. Gelê Ermenî, ji ser axa xwe hat surgunkirin û bi komkujiyên mezin re hat rû hev. Li aliyê din jî di ser qirkirinê re 109 sal derbas bûn û hîna jî edelet pêk nehatiye. Qirkirina Ermeniyan bû semola siyaseta ku desthilatdarî ji gelan re rewa dibîne. Destpêka komkujiyên li hember Rûm, Suryanî, Keldanî, Kurd, Elewî, Êzidî wek komkujiyên li hember Ermeniyan tê nirxandin.
 
Ermeniyên ku bi komkujiya mijara gotinê haitn qirkirin, hewl hat dayîn hemû şopên wan bên paqijkirin. Goristan û dêrên ji wan mane jî niha ji aliyê zêrîngeran ve tên talankirin. Yek ji van jî  goristana Ermeniyan ya li gundê Velîbaba ya Xoresana Erziromê  ye.
 
Li ser goran avahiyên nû
 
Li gund ewil Kurdên wek derwîş dihatin binavkirin dijiyan. Bi hatina Tîmur a Rojhilata Navîn, qirkirin dest pê dike û derwîşên wek Kurd tên zanîn jî tên qetilkirin. Piştî qetilkirina derwîşan di salên 1600’î de Ermenî li gund bi cih dibin. Di 1915’an de bi qirkirina Ermeniyan re Ermeniyên li wir ji gund tên surgunkirin û aqûbeta wan jî nayê zanîn. Piştî Ermeniyan tenê goristanên aydê wan man. Ev gor niha di hedefa AKP û zêrîngeran de ne. Di heman demê de hinek gundiyan li qada ku goristan lê ne xaniyên nû çêkirine.
 
Welatiyên bi hestiyar yên li gund dijîn, vê rewşê qebûl nakin û dixwazin goristan bikevin bin parastinê.