Li Nisêbînê ji bo Qursa Kuranê ya 105 odeyî ji gel bexş tê xwestin

  • 09:02 24 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Li Nisêbînê ji aliyê muftîtiyê navçeyê ve bi butçeyek 70 mîlyonî dest bi çêkirina ‘Qursa Kurdanê ya Hafiziyê ya Keçan’ hat kirin. Cihê Qursa Kuranê li cihekî ku ji cihê xwecihbûnê dur tê çêkirin û ji bo çêkirina cihê Qursa Kuranê muftitiyê ÎBAN parve kir û bexş xwest.
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji 2016’an heta niha ku berxwedana rêveberiya xweser lê hat kirin, li bajar polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Desthilatdariya ku ol wek alavê bi kar tîne, polîtîkayên olperestî wek pêkanîna şerê taybet dimeşîne. Di vê çarçoveyê di 23’yê Nîsnê de  ji aliyê muftîtiya navçeyê ve bi butçeyek 70 mîlyonî dest bi çêkirina cihê ‘Qursa Kuranê ya Hafiziyê ya Keçan’ hat kirin. 
 
‘Wê nifşekî ku xizmetê dide welat bê gîhandin’ 
 
Muftiyê Nisêbînê Hasan Yeşîldal di merasîma danîna hîmê cihê kursê di 23’ê Gulanê de axivî û îfadeyên wî yên wêk ‘Ev destpêkeke û piştî vê wê hîn bêtir xurt bê’ balkêş bûn. Ji bo projeya 70 mîlyon lîrayî wiha bi lêv kiribû’: “Ev projeya me armanc dike ku ciwan li gorî nirxên olî û netewî bigihêjin. Ciwanên ku Kurana pîroz jiber bikin û îlmê ol fêr bibin, di alî ahlaqî û manewî de wê xurt bin. Her wiha wê nifşekî ji civak û welat  re xizmetê bike bigihêje.”Muftî bi van gotinan balkişandibû ser polîtîkayên şer û asîmîlyonê.
 
Nisêbînî wê zarokên xwe neşînin wir
 
Welatiyên navçeyê der  barê qursa ku ji cihê xwecihbûnê dur hatiye çêkirin de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Wê kes zarokên xwe neşîne. Em zarokên xwe naşînin wir. Tu kes wê zarokên xwe neşîne cihekî wisa dur ya şevînî. Mala her kesî li vir heye. Belkî ji derve zarokan bînin vir. Hewce bi tiştekî wisa tunebû.”
 
Muftitiyê ji bo qursê pere ji gel xwest
 
Li aliyê din hat hînbûn ku ji bo qursa ku du hefte berê bingeha wê hatiye danîn, muftitiyê li ser hesabê çapemeniya dijîtal û ligelek bajaran afîş daliqandine û IBAN parvekirine, ji bo çêkirina înşatê ji gel bi hesabê ‘Komeleya Çêkirina Qursên Kuranê û Jiyankirinê ya Nisêbînê’ pere xwestiye.
 
Projeya 70 mîlyonî
 
Li gorî projeya 65-70 mîyon lîrayî ya muftitiyê, yek ji avahiyên ku hîngeha wê hatiye danîn, wê wek Qursa Kuranê bê bikaranîn û avahiya din ya hema ligel wê tê çêkirin jî wê wek yurda xwendekaran ya 105 odeyî bê bikaranîn.