TJA'yê serdana Çinar û Şemraxê kir

  • 15:20 23 Hezîran 2024
  • Rojane
AMED - TJA'yê malbatên kesên di şewata li gundên Çinarê û Şemrexê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kir. Di daxuyaniya piştî serdanê de wiha hat gotin, “Em ê bi hev re birînên xwe derman bikin; Em ê bi hemû mekanîzma û şaredariyên xwe li cem gelê xwe bin.”
 
Jinên ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de hatin cem hev, gundên navçeya Şemrexa Mêrdînê û navçeya Çinarê ku şewatê li wan rûdabû ziyaret kirin. Tevî aktîvîstên TJA'yê, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, hevşaredarên DEM Partiyê, siyasetmedarên kurd Gultan Kişanak, Sebahat Tuncer. bi sedan kesên din beşdarî serdanê bûn.
 
Jinan xizmên kesên di şewata li gundan de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin û sersaxî xwestin. Herî dawî jin çûn gundê Kelekê ê Şemrexê ku 10 kesan lê jiyana xwe ji dest dabûn û li wir daxuyanî dan.
 
Gundiyan bertek nîşanî Waliyê Mêrdînê û AKP'yiyên ku beriya daxuyaniyê çûn gund dan.
 
'Dema tedbîr neyê girtin felaket çêdibe'
 
Aktîvîsta TJA'yê Harika Peker li gundê Kelekê axivî û diyar kir ku ew hatine cem malbatan û got, “Ev ne bûyereke xwezayî ye, xemsariyek e. Ger tedbîr neyên girtin felaket çêdibe. Ev rewş girêdayî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin e. Gelê me mexdûrê van polîtîkayan e. Xwezaya Kurdan tê qirkirin û talankirin. Bi qestî mudaxele li şewatê nehat kirin. Dema li Kurdistanê tiştek diqewime, dema mijar dibe Kurd û Kurdistan her kes bêdeng dimîne. Em îro li sê gundan geriyan. Jinan gotin; Zilmeke DEDAŞ’ê ku bi mehan e didome heye. Divê qeyûm û rayedarên DEDAŞ’ê ku ji vê rewşê berpirsyar in demildest îstifa bikin. Ew dibin sedema jiyana mirovan. Em ê pêvajoyê bişopînin."
 
'Mafê we yê jiyanê bi nasnameya we ve girêdayî ye'
 
Piştre Çîgdem Kiliçgûn Uçar axivî û diyar kir ku ew li gundê Kelekê bûn û şewat veguherî cinayetê. Çîgdemê di axaftina xwe de bal kişand ser van tiştan: “Mafê we yê jiyana li vî welatî bi nasnameya we ve girêdayî ye. Ger ev yek li cihekî din bûya, ev qas mirin nedibû, me dît û jiya. Hevşaredarên me û xebatkarên şaredariyê ji kêliya ewil a bûyerê de bi hemû hêza xwe ketin nava tevgerê. Hevalên me yên li Meclîsê xwestin xwe bigihînin walî lê nekarîn xwe bigihînin wî. Waliyê negihaştî îro berî me hat vir. Walî bi parêzvanên xwe re li vir bû û xemsariya dewletê ya li Kurdistanê vedişêre. Walî îro li vir ne hewce bû, di roja şewatê de pêdivî pê hebû.  Tişta ku karibû agirê li bejahiyê vemirîne helîkopter bû. Dema min ev pirs kir bersiva 'helîkoptera dîtina şevê nîne' hat dayîn. Lê belê roja merasîma cenaze helîkopter nizim firiya û kesên ku hatibûn sersaxiyê tespît kirin. Navê polîtîkayên ku desthilatdariyê li Kurdistanê dimeşîne jî ev e. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Kurdistan bê nefes ma
 
Firokeya vemirandina agir hat destnîşan kirin. Helîkoptera ku di fîloya agirkujiyê de cih girt bi navê 'nefes' tê binavkirin. Lê Kurdistan bê nefes ma. Gelê me ev demeke dirêj e şahidê polîtîkayên şewat û valakirina gundan e. Hewldana valakirina Kurdistanê heye, lê kurdan bi salan li ber xwe dan û gund û warên xwe neterikandin. Em ê bi hev re birînên xwe derman bikin; Em ê bi hemû mekanîzma û şaredariyên xwe piştgiriyê bidin gelê xwe. "
 
Piştî axaftinan bername bi serdana sersaxiyê bi dawî bû.