Gelê Kurd ne tecrîd azadiyê dixwazin

  • 09:03 22 Hezîran 2024
  • Rojane
 
WAN - Jinên li Wanê bal kişandin ser girîngiya çalakiya "Deng bide azadiyê" û diyar kirin ku tecrîd ne hiqûqî ye û ne jî mirovî ye, divê demildest bê bidawîkirin. 
 
25 sal in li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdeke mutlaq tê meşandin û 3 sal jortir e jî tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Li dijî polîtîkayên tecrîdê di serî de li Kurdistanê, li Tirkiye û li gelek deverên cîhanê çalakî tên lidarxistin. Di 10'ê Cotmehê de li Ewropayê ji hêla dostên kurdan ve bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadiya fizîkî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanyayek hat destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî piştevaniya kampanyayê kirin û dest bi greva birçîbûnê ya bi dorveger kirin. Piştî qonaxa duyem a kampanyayê di 4'ê Nîsanê de girtiyên siyasî çalakiya xwe derxistin astek din û dernakevin dadgehê, dernakevin hevdîtîna bi malbatên xwe re û hevdîtina bi telefonê nakin. Ligel vê yekê jî li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jî xizmên girtiyan bi dirûşma "Deng bide azadiyê" çalakiyên Nobeda Edaletê dan destpêkirin. 
 
Çalakiyên ku li gelek bajaran berdewam dike, çalakvan daxwazên xwe bi yek dengî tînin ziman û banga edaletê dikin. Xizmên girtiyan ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.
 
'Bila demildes tecrîd bê bidawîkirin'
 
Guler Sevîktek, di destpêka axaftina xwe de polîtîkayên tecrîdê şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Tecrîd hem li hemberî Îmraliyê, hem li hemberî girtiyan û hem jî li hemberî kesên li dervê tê kirin. Em dixwazin ev tecrîd ji hêla hemû gelan ve bê dîtin. Li girtîgehan bi hezaran hevalên me hene. Divê her kes li hemberî tecrîdê dengê xwe bilind bike. Divê gel êdî hişyar be û deng derxe. Êdî bes e. Em bi mehan e çalakiya Nobeda Edaletê didomînin. Çima dengê wan dayikan nayê bihistin. Divê êdî hemû cîhan dengê wan dayikan bibhisin. Bila demildest tecrîd bê bidawîkirin."
 
'Em azadiya Birêz Ocalan dixwazin'
 
Çalakvana Nobeda Edaletê Meryem Soylu, jî bertekên xwe li hemberî polîtîkayên tecrîdê anî ziman û wiha bi lêv kir: "Tecrîd ne hiqûqî û ne jî mirovî ye. Her kes jî dizane ku zarokên me li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li dijî tecrîda li hemberî Birêz Ocalan ev çalakî hat destpêkirin. Di dîrokê de tiştek wisa nîne ku tecrîdeke bi vî rengî bê meşandin. Girtiyên siyasî çalakiya xwe veguherandin û niha dernakevin hevdîtinan. Êdî girtî banga azadiya Birêz Ocalan dikin. Ne li hemberî Gelê Kurd û ne jî li hemberî Birêz Ocalan em tecrîdê dixwazin. Em tenê daxwaza azadiya Birêz Ocalan dikin. Divê em xwedî li Birêz Ocalan derkevin û bertekên xwe ya li hemberî tecrîdê bînin ziman." 
 
'Li hemberî zilmê serî rakin'
 
Caziye Gur jî daxwazên xwe yên pêkanîna edalet û aştiyê anî ziman û wiha axivî: "Em tecrîdê qebûl nakin û divê êdî aştî bê li tevahiya cîhanê. Ev tecrîd ne tenê li hemberî Birêz Ocalan tê kirin, li hemberî Gelê Kurd tê kirin. Divê êdî dayik êş nekişînin, bila êdî rondikan nebarînin. Her roj şer û her roj girtin. Çi mafên wan heye wisa li me dikin. Divê Gelê Kurd bi tevahî ji xew şar be û serî rake. Ne zarok û ne jî xwişk û bira man. Em her roj bi mirin, binçavkirin û girtinan re rûbirû ne. Divê Gelê Tirk jî li hemberî vê zilmê serî rake, ji ber ku zilm tenê li hemberî Gelê Kurd nayê kirin. Divê hemû gel bi hev re rabin. Bila ev zilm ji holê rabe. Ez tenê aştiyê dixwazim."